Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê di roja duyemîn de didome

Beriya çend kêliyan, roja duyemîn a Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê li Hola Zana ya Qamişloyê dest pê kir. Armanca komxebatê nêrînên li ser pêşeroja Sûriyê û rola nenavendîbûnê di çareserkirina krîza Sûriyê de werin nîqaşkirin.

Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê di roja duyemîn de didome
17 îlon, 2022   08:09
QAMIŞLO

Di çarçoveya rêzeşêwirên ku komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk li dar dixe de, Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê di roja duyemîn de didome. Armanca wê li ser girîngiya nasnameya nîştimanî ya Sûriyê were nîqaşkiirin ku dê ji bo bersivdana êrişên derve û amadekariyên destpêkirina diyalogeke giştî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê re bibin destpêk.

Di komxebatê de nêzî 80 siyasetmedar, rewşenbîr, diplomat, nivîskar û çalakvanên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê, her wiha nûnerên partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) beşdar bûn.

Li gorî komîteya amadekar, dê îro endamê Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Hêzên Guhartina Demokratîk Xelef Dawûd û çalakgera jin Nehle Elî belgeya navendîbûnê pêşkêş bikin. Dûre beşdar li ser nenavendîbûnê ya ji bo pêşeroja Sûriyê nîqaş bikin.

Piştî nîqaş bi dawî bin, dê rûniştinek çêbe da ku tiştên li ser lihevkirin çêbûne werin nîqaşkirin. Tê payîn ku komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA