​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hevrikên Sedir bûn mezintirîn bloka li Iraqê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa xitimîna siyasî ya li Iraqê, avakirina koalîsyoneke leşkerî li ser astê Rojhilata Navîn û rewşa Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hevrikên Sedir bûn mezintirîn bloka li Iraqê
25 hezîran, 2022   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HEVRIKÊN SEDIR BÛN MEZINTIRÎN BLOKA LI IRAQÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Piştî biryara serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ku banga îstifakirinê li parlamenterên bloka xwe kiribû, hevrikên wî yê şîe (Çarçoveya Hemahengiyê) bûn mezintirîn bloka parlamentoyê.

Tevî ku piraniya kursiyên parlamentoyê bi dest xistin jî, lê di 8 mehan de nikarîbû projeya xwe ya avakirina hikumeteke nîştimanî ava bike. Hevrikên Sedir, Çarçoveya Hemahengiyê hemwextî rêzebiryarên ku dadgeha federal li dijî hevalbendên Sedir, Mesûd Barzanî derxistine, karîbûn wê projeyê betal bike. Ji wan biryaran ya sereke, dûrxistina bihêztirîn namzetên wî (wezîrê berê yê karên derve Hoşyar Zêbarî) ji bo serokkomariyê û nerewatiya firotina petrolê ji aliyê hikumeta herêma Kurdistanê ve, dûrî hikumeta federal.

Lê surprîza ku kes ne li bendê bû, ne hevrikên Sedir ne jî hevalbendên wî, îstifakirina parlamenterên bloka Sedir û vekişîna wan ji parlamentoyê bû.

Ya balkêş ew e ku şeva diyarkirina rûniştina awarte ji bo parlamenterên alternatîf sonda destûrê bixwin, Sedir got Îranê tu zext lê nekiriye û ew bi îradeya xwe vekişiyaye û naxwaze şirîkê gendeliyê be.

Lêkolînerê iraqî û serokê meclisa şêwirê ya Iraqê Ferhad Ela El-Dîn di vê derbarê de dibêje: “Diyar e ku li pişt perdeyê axaftin tên kirin ku fermandarekî berê yan yê niha yê Sedir, dibe ku tev li hikumeta bê bibe û Muqtede Sedir ev yek bihîstiye. Wî xwest bibêje ku em di derî re derdikevin, da ku em di pencereyê re vegerin. Bi tiştê ku serokê Tevgera Sedir belav kiriye, careke din vekişîna xwe piştrast dike ku ew ê tevî hêzên Çarçoveyê ne di parlamentoyê de, ne di hikumetê de ne jî di tiştekî din de nebe şirîk.”

‘URDIN PIŞTGIRIYA KOPIYA NATO’YÊ YA ROJHILATA NAVÎN DIKE’

Li ser avakirina koalîsyoneke leşkerî li Rojhilata Navîn wekî NATO`yê, rojnameya El-Ereb got: “Mîrê Urdinê Ebdullah Huseyîn roja înê got ew piştgiriyê dide koalîsyoneke leşkerî li Rojhilata Navîn wekî NATO`yê. Di hevpeyvîneke li gel CNBC’yê got, ev koalîsyona leşkerî ku dibe tevî welatên hemfikir bê avakirin, divê xwedî nêrîneke zelal be, rola wî jî divê baş bê diyarkirin.

Ebdullah El-Sanî destnîşan kir ku Urdin bi awayekî aktîf bi NATO`yê re kar dike û xwe wekî şirîkê wî dihesibîne. Her wiha piştrast kir ku welatên Rojhilata Navîn êdî bi hev re ji bo sekinandina li hemberî astengiyên ji ber şerê Ukraynayê derketine, kar dikin.

Ev daxuyanî hemwextî tevgereke dîplomatîk a ji beriya çend rojan ve li Rojhilata Navîn pêk tê. Nexasim serdanên ku mîrzayê Siûdiyê Mihemed bin Selman ji bo Misir, Urdin û Tirkiyê û serdana Ebdulfetah Sîsî, mîr Ebdullah Huseyîn û mîrê Behreynê Hemed bin Îsa Al Xelîfe.

Her wiha dê serokê Amerîkayê Joe Biden di nîvê Tîrmehê de serdana Filistîn, Îsraîl û Siûdiyê bike û dê beşdarî civîna welatên Kendavê, Misirê, Urdin û Iraqê bibe ku dê li Riyadê bê lidarxistin.

Rojnameya The New York Times vê dawiyê li ser hevkariya zêde ya Îsraîlê bi hin welatên Ereban re û guhertina hevbendiyên li herêmê, raporek belav kir. Rojnameyê ku xwe spart daxuyaniyên wezîrê parastinê yê Îsraîlê, got Îsraîl parçeyekî hevkariye leşkerî ya herêmî li hemberî Îranê ye.

Rojnameyê da zanîn ku endamên vê însiyatîfa nû ya bi navê “Koalîsyona Parastina Hewayî ya Rojhilata Navîn” e, bi hev re tevî DYA’yê li dijî moşekên Îranê û balafirên bêmirov kar dikin.

Ev însiyatîfa nû encama nêzîkbûna dîplomatîk e ku di encamê de beriya 2 salan peymanên aştiyê bi welatên Ereban re hatin îmzekirin. Heta 2020`an jî ji bilî Misir û Urdinê, welatên Ereban peymanên aştiyê bi Îsraîlê re red dikirin.”

‘LUBNAN… MÎQATÎ Û AVAKIRINA HIKUMETÊ’

Rojnameya El-Beyan jî li ser rojeva Lubnanê got: “Piştî 3 hikumetan di dirêjahiya zêdetirî 15 salan de, heta hikumeta meşandina kar a demkî, serokwezîr Necîb Mîqatî ev cara 4`emîn e ji bo 54 dengan ji bo avakirina hikumetê tê erkdarkirin ku ev hikumeta dawîn a di serdema serokê Lubnanê Mîşel Ewn de ye.

Tê çaverêkirin ku avakirina hikumetê ji şêwirên parlamentoyê dest pê bike ku dê Mîqatî destpêka hefteya bê pêk bîne da ku reng û şêweyê hikumeta nû diyar bike.

Êdî Mîqatî xwedî du sifetan e; serokatê hikumeta meşandina kar û serokê erkdar ji bo avakirina hikumeta nû. Ev sifet dê heta piştî bidawîbûna wîlayeta serok Mîşel Ewn jî pê re bin.”