‛Em ê tola xwe ji hêzên dagirker hilînin û rêber Apo azad bikin’

Yekitiyên Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir û got: "Em ê tola xwe ji hêzên dagirker hilînin û rêber Apo bi fîzîkî azad bikin."

‛Em ê tola xwe ji hêzên dagirker hilînin û rêber Apo azad bikin’
‛Em ê tola xwe ji hêzên dagirker hilînin û rêber Apo azad bikin’
‛Em ê tola xwe ji hêzên dagirker hilînin û rêber Apo azad bikin’
‛Em ê tola xwe ji hêzên dagirker hilînin û rêber Apo azad bikin’
‛Em ê tola xwe ji hêzên dagirker hilînin û rêber Apo azad bikin’
‛Em ê tola xwe ji hêzên dagirker hilînin û rêber Apo azad bikin’
20 sibat, 2022   15:05
KOBANÊ

Yekitiyên Jinên Ciwan ên Minbic, Tebqa û Reqa ji gundê Minaz ê Kobanê de bi meşekê berê xwe da gundê Elbelûrê û li wir di mala ku rêber Ocalan tê de bû, têkildarî şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan daxuyaniyek da.

 Di daxweyaniyê de wiha hat gotin:

"Em ji vî gundî de ku ji me re bû dibistana neteweya demokratîk ku hemû gel li ser bingeha civaka exalqî û siyasî hembêz kiriye, disekinin û cara yekê mafên jinan da wê komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar dikin.

Ji vê dibistanê çirûska azadî û têkoşînê dest pê kir û jê têkoşer derketin û fikir û felsefeya rêber Ocalan belav kir.

Armanc ji vê komployê fikirên rêber Ocalan ku maska dagirkeriya Tirk eşkere kiriye binixumînin. Ji ber fikir rizgariya hemû şêweyên zilm û koletiyê ye.

Ev komplo li engiya hemû kesên PKK’ê xistiye "lîsteya terorê" şermeke li eniya wan e.

Em ê tola xwe ji hêzên dagirker hilînin, azadiya fîzîkî ya rêber Apo pêk bînin.

Bimire komploya 15 Sibatê , bimire dagirker û qirker , bijî rêber Apo."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vwbwKlR9Pf4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>