Xwepêşandêrên Sêmalka Heke bi salan jî dirêj bike, em ê çalakiya xwe dewam bikin

Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê di roja xwe ya 58’an de berdewam dike. Endamên PYD’ê yên ji taxa Xerbî ya Qamişloyê hatine, çalakî dewr girt.

Xwepêşandêrên Sêmalka Heke bi salan jî dirêj bike, em ê çalakiya xwe dewam bikin
1 kanûn, 2021   11:24
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li dergeha Sêmalkayê di roja 58’an de berdewam dike. Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê çalakî ji bo wergiritna cenazeyên gerîlayên li Xelîfanê di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûbûn, daye destpêkirin.

Endamên PYD’ê yên taxa Xerbî ya Qamişloyê îro hatin dergeha Sêmalkayê û çalaki dewr girt.

Piştî dewrgirtinê ji rêveberên PYD’ê yên taxa Xerbî Kamûran Levend axivî û got: “Em ê vê çalakiya xwe heta ku em cenazeyên hevrêyên xwe werdigirin, berdewam bikin. Heke bi salan jî dewam bike, heta ku em cenazeyên şehîdên wenegirin, em çalakiyê bi dawî nakin.”

Kamûran Lewend li hember xiyaneta PDK’ê jî banga geşkirina têkoşînê li gelê Kurd kir û got: “PDK dê heta kengî xiyaneta xwe li dijî tevgera azadiyê ya gele Kurd bidomîne? Êdî bes e ji xiyanetê re.”

Çalakiya konvedanê ji 5’ê Cotmehê ve ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûne, berdewam dike lê rayedarên PDK’ê heta niha tu bersiv nedane çalakvanan.

ANHA