Li Hesekê û Minbicê têkildarî 25'ê Mijdarê semîner hatin dayîn

Li Hesekê û Minbicê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de semîner hatin dayîn

Li Hesekê û Minbicê têkildarî 25'ê Mijdarê semîner hatin dayîn
Li Hesekê û Minbicê têkildarî 25'ê Mijdarê semîner hatin dayîn
Li Hesekê û Minbicê têkildarî 25'ê Mijdarê semîner hatin dayîn
Li Hesekê û Minbicê têkildarî 25'ê Mijdarê semîner hatin dayîn
Li Hesekê û Minbicê têkildarî 25'ê Mijdarê semîner hatin dayîn
Li Hesekê û Minbicê têkildarî 25'ê Mijdarê semîner hatin dayîn
Li Hesekê û Minbicê têkildarî 25'ê Mijdarê semîner hatin dayîn
29 mijdar, 2021   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê  bi dirûşmeya "Tê bikoşe! Tundî û dagirkeriyê têk bibe" berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de rêxistina Kongreya Star a Hesekê û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê semîner da.

HESEKÊ

Rêxistina Kongreya Star a Hesekê bi koordîneya Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Hesekê semînerek li bajarokê Til Tewîl ê girêdayî bajarê Hesekê da. Bi dehan jin û mêr beşdarî semînerê bûn.

Semîner ji aliyê endama Komîteya Perwedeyê Reca Îsmaîl ve hate dayîn. Di semînerê de behsa dîroka jinê û tundiya li dijî wê hate kirin.

Her wiha sedem û encamên tundiya li ser jinan di aliyê piskolojî û fîzîkî de hatin destnîşankirin û hate diyarkirin ku urf û adatên civakê rola jinê û pêşketina wê lawaz dikin.

Reca Îsmaîl da zanîn ku jinê civak li gorî pîvana jiyana aştiyane û wekeheviyê bi rêve dibir. Her wiha îşaret pê kir ku rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de cihekî girîng da rola jinan di hemû qadan de û banga parastina mfên jinan kir.

MINBIC

Têkildarî mijarê Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê semînerek li navenda Komîteya Şaredariyan da. Endamnên Komîteya Şaredariyan û hemû saziyên beşdarî semînerê bûn.

Semîner ji aliyê cîgira Komîteya Jinan a Minbicê Hîba Dade ve hate dayîn. Hîba Dade di semînerê de behsa sedemên tundiya li dijî jinan, rêbaz û encamên wê kir.

Paşê endama Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Heyat El-Salim axivî û behsa bêdengiya jinê ya li hemberî tundiya ku li ser wê de tê kirin.

Di dawiyê de hate destnîşankirin ku bandorên tundiya li dijî jinê dibin sedem ku belavbûn çêbibe, malbat û civak bi giştî parçe bibe.

(bx)

ANHA