Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk ji têkçûna peymana Idlibê ditirse

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Idlibê, Lîbya û Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk ji têkçûna peymana Idlibê ditirse
25 îlon, 2021   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

‘METIRSIYÊN DEWLETA TIRK JI TÊKÇÛNA PEYMANA IDLIBÊ’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Dema ku Moskov û Şamê êrişên xwe yên li dijî çekdarên muxalefetê yên alîgirên Enqereyê li bakurê Sûriyê zêde kirin, serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja înê got girêdayî şerê li Idlibê welatê wî li hêviya gelek tiştan ji serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn e."

Erdogan ku dê di 29`ê Îlonê de li Soçiyê bi Pûtîn re bicive, diyar kir ku hikumeta Şamê gefan li ser sînorên başûrê welatê wî çêdike.

Li gorî çavdêran derbeyên zêde yên balafirên şer ên Rûsya û Sûriyê li dijî baregehên li Idlibê di nava hefteyên borî de, destnîşan dike ku aramiya ji Adara 2020`an ve dest pê kiriye, êdî tê guhertin.

‘EL-MENFÎ DEST BI ÎNSIYATÎFEKÊ KIR KU LÎBYAYÊ DÛRÎ ŞERÊ ÇEKDARÎ DIXE’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: "Dema ku welatî li Qada Şehîdan a li navenda Terablusê kom bûne da ku biryara parlamentoyê ya kişandina beweriyê ji Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya bi serkêşiya Ebdulhemîd El-Debîbe şermezar bikin, serokê Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê Mihemed El-Menfî dest bi însiyatîfeke herêmî kir ku armanca wê welêt li şerê çekdarî venagerîne û derbasî aloziyên nû nebe. Her wiha eşkere kir ku ji bo biserxistina çareseriya siyasî welatê wî dê kongreyeke navneteweyî di Cotmehê de li dar bixe."

‘LUBNAN GAVÊN BER BI CIVAKA NAVNETEWEYÎ Û EWROPÎ VE DIAVÊJE’

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Serokkomarê Lubnanê Mîşel Ewn di civîna Lijneya Giştî ya NY`yê de axivî û daxwaznameyek têkildarî hêsankirina plansaziya hikumetê ya ji bo çareserkirina aloziya aborî pêşkêş kir. Li aliyekî din serokê hikumetê Necîb Mîqatê bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re li qesra Elysee civiya. Ev civîn nîşaneya destpêkirina hevkariya ewropî-navneteweyî ya bi Lubnanê re dide û her wiha nîşaneya vejandina kongre (Sîder) yan jî lidarxistina kongreyeke din ji bo sivikkirina encamên qeyrana li Lubnanê dide.”

(bx)