Iraq û Amerîkayê li ser kêmkirina leşkerên Amerîka li herêmê li hev kir

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku Iraq û Amerîkayê ji bo kêmkirina hejmara yekîneyên şerker û leşkerên Amerîka li baregehên li Eyn El-Esed û Hewlêrê di Îlonê de, li hev kiriye.

Iraq û Amerîkayê li ser kêmkirina leşkerên Amerîka li herêmê li hev kir
17 îlon, 2021   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gorî malpera nûçeyan a Iraqê “Wai” ku agahiyên xwe spart daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevbeş, komîteya teknîka leşkerî ya Iraqê bi serokatiya Ebid El-Emîr Şumerî û komîteya teknîka leşkerî ya Amerîkayê bi serokatiya Fermandarê Hêzên Operasyonên El-Ezm Selib li Iraqê John Brennan li ser kêmkirina hejmara yekîneyên şerker û leşkerên Amerîka li baregehên leşkerî yên li Eyn El-Esed û Hewlêrê di Îlona bê de, li hev kiriye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hebûna hêzên Amerîka û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê li ser bangawaziya Iraqê ye.

(cx)