Encamên Kongreya Kombûna Jinên Zenûbiya mijara civînekê li Hecînê bû

Desteya Rêveber a Kombûna Jinên Zenûbiya ya Dêrazorê civîneke li bajarokê Hecînê li dar xist. Di civînê de encamên Kongreya Yekemîn a Kombûna Jinên Zenûbiya hatin şîrovekirin.

Encamên Kongreya Kombûna Jinên Zenûbiya mijara civînekê li Hecînê bû
11 îlon, 2021   13:42
DÊRAZOR

Bi armanca şîrovekirin û nîqaşkirina encamên Kongreya Yekemîn a Kombûna Jinên Zenûbiya ya 1'ê Hezîrana 2021'an hatibû lidarxistin, Desteya Rêveber a Kombûna Jinên Zenûbiya civînek li bajrokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê li dar xist. Bi dehan jin û nûnerên jin ên meclisên herêmî û sivîl ên Dêrazorê beşdarî civînê bûn.

/ar/uploads/files/2021/09/11/131535_shhrzad-aljasm.webp

Civîn bi deqeyeke rêzigirtin dst pê kir. Paşê berdevka Kombûna Jinên Zenûbiya Şehrezad Casim encamên kongreya damezrîner a kombûnê xwend û şîrove kir.

Şehrezad Casim got, kombûn rêxistineke siyasî, civakî, aborî û ekolojîk e û jinên ji hemû gel û çandên li Sûriyê di nav xwe de digre. Armanca kombûnê pêşxistina rewşa jinan di hemû qadan de û li dijî hemû cûreyên qirkirina fîzîkî, çandî, zayendperestî û neteweperastî û desthilatdarê ye.

/ar/uploads/files/2021/09/11/131552_derzor-jin-28229.webp

Beşdaran behsa rola jin di hemû qadên jiyanê de û çawaniya pêşxistina wan kir.

Civîn bi nîqaşan li ser encamên kongreya damezrîner a Kombûna Jinên Zenûbiya bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/57Mt2duNf7o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>