Li dijî faşîzmê dem dema eniya berxwedanê ya yekbûyî ye

Li dijî faşîzmê dem dema eniya berxwedanê ya yekbûyî ye
11 îlon, 2021   04:38

XELÎL CEMAL

Van rojan hem li dijî dewleta Tirk a dagirker û hem jî li dijî PDK'ê, KCK û PKK'ê daxuyaniyên dijwar dan. Ji aliyekî ve qala "li dijî terora faşîst şîdeta şoreşgerî" tê kirin û li aliyê din jî helwestên sekinandina li dijî PDK'ê ku di êrişên dagirkerî/qirkirinê de bi rengekî vekirî li cem dewleta Tirk a dagirker disekine, tên xwestin. Bang li gelê Kurd û dostên Kurdistanê, derdorên şoreşger/demokrat tê kirin ku tev bigerin. 

 PKK û KCK'ê heta ku derfet hebe, xwe ji daxuyanî û nirxandinên bi vî rengî dûr girtiye. Di wan pêvajoyan de ku êrişên faşîzan û îxanetkar dijwar bûn û şerê li dijî dagirkerî/xiyanetê jî gur bû, daxuyaniyên bi vî rengî nehatibûn dayîn. Tevî vê yekê, bi têgehên mîna lihevkirin, çareseriya demokratîk, yekitiya neteweyî, dan û standinê re hewl hat dayîn pirsgirêk bên çareserkirin. Baş e çima pêwistiya PKK û KCK'ê bi daxuyaniyên bi vî rengî çêbû? Dema em bûyeran yek bi yek rêz bikin, em dikarin bersiva vê pirsê bidin. Xuya ye ji bo rewşên bi vî rengî bi piranî dibêjin "gotin bê feyde ye ". Gotin her çend sert û dijwar be jî, di nava xwe he hewldaneke lihevhatinê jî dihundirîne. Lewma jî gotina “gotin bê feyde ye” tê wateya qutbûna hemû rêyên dan û standinê. Êdî rêya çêbûna dan û standinan an jî diyalogê, dibe çalakiyên çekdarî an ne çekdarî. Her wiha dibe ku mirov van şêweyên çalakiyê wek şerê gel ê şoreşgerî, parastina rewa yan jî xweparastinê yan jî "şîdeta şoreşgerî" pênase bike.

Tê zanîn ku ji serdemên dawîn ên Împaratoriya Osmanî ve li dijî hemû gelan êrişên qirkirinê hene ku pêla van êrişan bi Îttîhat Terakkiyê dest pê kir û Di şert û mercên Şerê Cîhanê de bi teşwîq û erêkirina Prûsyayê çêbû ku damezirînerê siyaseta îro ya Almanyayê ye. Di nava van şert û mercan de komkujiyên Ermenî û Asûriyan hatin kirin. Bi îlankirna Danezana Amasyayê re ku wek destpêka Şerê Rizgariyê yê Tirk tê zanîn, li hemberî Rûmên li herêma Behra Reş pêvajoya qirkirinê dan destpêkirin û piştre berê xwe dan Kurdên Qoçgiriyê. Yanî ev tevgera ku jê re rizgariya neteweyî tê gotin, bi qirkirina gelên din gavên xwe yên destpêkê avêtin.

Her çend komara nû wek dewleta hevpar a gelên Tirk û Kurd bê pênasekirin jî, di serî de Kurd, bi taybetî Çerkez êdî nebûne mijara hevpar a rizgariyê. Kurd tev rastî pêvajoya qirkirina fîzîkî hatin ku bi qasî 15 salan dewam kir. Piştre pêvajoya asîmîlasyona spî dest pê kir. Tevgera Apocî ji bo hesabpirsîna ji van qirkirin û polîtîkayên înkarê derketiye holê.

Hê dema ku ev tevger komeke îdeolojîk bû û ne xuya bû ka dê dawiya wê çi be, bi Peymaan Cezaîrê ya 1975’an re li Başûr li dijî Kurdan dest bi komkujiyan kirin. Vê pêvajoyê bandoreke çawa li gelê Başûr û pêşmerge kir, hê jî li ber çavan e. PDK'ê ev pêvajo bi temamî qebûl kir û teslîmiyeta xwe nîşan da.

Sala 1978’an hem ji bo Bakur hem jî ji bo Başûr saleke girîng e. Dema ku tevgera Apocî bi navê PKK'ê bû partî, PDK jî ji bo pêşî li pêşketinên demokratîk an jî sosyalîst bigire, kete nava hewldanan. Dema ku nêzî 100 endamên koma "Celalî" ku li Başûrê Kurdistanê dest bi birêxistinbûnê kir û xwe wek sosyalîst dan naskirin, bi desteka dewleta Tirk  û hin eşîran li zozanên Colemêrg/Elkê bi serkêşiya MÎT'ê hatin tesfiyekirin û ji bo tesfiyekirina kes û komên şoreşger/demokrat gelek komplo pêk anîn.

PDK ji sala 1966'an ve êrişên xwe yên li dijî YNK'ê nesekinandine û bi hevkariya hêzên dewleta Îranê li dijî hemû rêxistinên kurdistanî pêleke erişan a bi heman rengî meşand.

Tevî vî karakterê noker û xayîn jî, di serî de rêber Abdullah Ocalan û PKK û KCK'ê , ji bo PDK'ê ji vê helwestê dûr bixin, bi her şêwe rêbazên diyalogê hewl dan. Heta Mesûd Barzanî ji aliyê rêbert Ocalan ve wek namzetê hevserokatiyê yê Kongreya Neteweyî ya Kurd hat pêşniyarkirin. DAIŞ ku ji aliyê dewlet Tirk a faşîst ve tê destekkirin, dema di nava hewldana êrişê ya li dijî Hewlerê de bû, bi banga serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re ji bo parastina Hewlerê gerîla ketin nava hewldanan. 

Piştî van pêvajoyan serokê PDK'ê Mesûd Barzanî got "Heta ku bijîm ez ê destûrê nedim şerê navxweyî yê Kurdan. Min şerê navxweyî yê Kurdan heram kiriye."

AKP/MHP ku wek dewama Îttîhat û Terakkî ava bû, tevî desthilata faşîst a nîjadperest/olperest, PDK bi rengekî vekirî bûye şirîkê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst, bi taybetî piştî ku Mesrûr Barzanî bû serokwezîr. Zînê Wertê di vî warî de bûye qonaxeke girîng. Li dû vê yekê jî PDK wek hevkara desthilata faşîst a AKP/MHP'ê dest bi tevgerê kir. PDK’ê wek sîxureke MÎT'ê dest bi tevgerê kir. Vê jî têrê nekir, bi êrişên dagirkeriyê yênli ser Avaşîn-Zap-Metîna re rola Alayên Hamîdiyê dan PDK'ê û li dijî gerîla ket nava çalakiyeke leşkerî.  Bi dorpêçkirina gerîla ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve û hem ji bo sînordarkirina tevgera gerîla hem jî ji bo îstîxbaratê bide dewleta Tirk, PDK’ê dest pê kir hêzên xwe yên çete li qadên gerîla bi cih kirin. Di nava van çeteyan de cerdevanên çeteyên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên bermahiyên DAIŞ'ê hebûn. PDK'ê ku bi merasîmeke fermî çete Harîrî pêşwazî kir, êdî nîşan da ku gihaştiye qonaxa ku “gotin bê feyde ye”.

Tevî van hemû geşedanan KCK û PKK'ê gelek caran bang kirin û hewl dan ku raya giştî di mijara geşedanan de agahdar bikin. Lê belê piştî komkujiya dawîn a li hember yekîneya gerîla ku hêzên PDK'ê li Xelîfanê kemîn li dijî wan danî, bi daxuyaniyên KCK, HPG û PKK'ê yên têkildarî mijarê re pêvajo guherî. HPG'ê got "PDK'ê stratejî guherand û yekser ket nava êrişan." PKK û KCK'ê jî got "PDK bi êrişa mêtingeriyê ya ku dewleta Tirk  pêk anî, li cem komploya Xelîfanê rasterast sekinî. Ji ber vê yekê bi zelalî "alî" ye.” û KCK'ê got "Em vê rewşê ji wijdanê gelê xwe re dihêlin."

Bi kurtasî, li gorî PKK û KCK'ê "şerê navxweyî yê Kurdan" tune ye. Li dijî AKP/MHP û PDK, şerê berxwedanê, azadî û demokrasiyê heye. Şerekî birayan tune ye. Yanî di vê têkoşîna mêtingerî û berxwedanê de du alî hene. Mêtingeriya faşîst a AKP/MHP û hêzên PDK'ê û li aliyê din jî hêzên kurdistanî! Li dijî êrişên dagirker û qirker berxwedana Kurdan û dostên wan heye.

Eger ev êriş û berxwedana ku ji Başûr heta Şengalê û heta Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûye, rast neyê pênasekirin, dê bi tenê rewşeke xefletê derkeve holê.

AKP/MHP a faşîst bi biryar e ku hemû cudahiyên etnîk û baweriayn yên mîna Îttîhat Terakkiyê bi faşîzm, tepisandin û desthilatdariyê ji holê rake. Sûcekî ku ji bo wê neyê kirin, nîn e û lîstikeke ku neyê lîstin jî nîn e. Ev hêz dijminên hemû civakan in, bi taybetî jî Kurd. Elewî, êzidî, Ermen, Asûrî, Yewnan û hemû baweriyên îslamî yên ne selefî, hedefa vê desthilatê ne. Ji ber vê yekê, PKK ku wek sedema êrişên li Başûr, li Bakur an jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê nîşandan, hincet e. Ev hikumeta faşîst û hevkarên wê dixwazin bi êrişan tevgera Apocî tesfiye bikin, ku dizane heta ku rêxistin û tevgerên Apocî ku temînata azadiyê ya gelên herêmê û bi taybetî jî Kurdan e, tesfiye nekin, nikarin bigihêjin armanca xwe. Naziyan ewilî li dijî komunîst û cihûyan nerazîbûna xwe îlan kir. Dema ku tesfiye kirin jî êrişî hemû cihêrengiyan kirin. Ji ber vê yekê jî dirûşma "Bê deng nebe, her ku bê deng bî dor dê were te" berz bû.

Em bi dijminekî faşîst re rû bi rû ne ku gefê li Rojhilata Navîn û Kafkasyayê dixwe dixwe û bi wergirtina rola xwe ya li Efganistanê re dixwaze bandora xwe li Asyaya Navîn jî belav bike. Wezîfeya hemû kesên dibêjin “em mirov in" li dijî vî dijminî ew e ku bi "şîdeta şoreşgerî" li ber xwe bidin. Heman xetere li ser hêzên ku PKK'ê wek terorîst îlan kirine û ev êriş pêşkêşî faşîzmê kirine jî heye. Hê duh darizandina ji ber komkujiya li Parîsê dest pê kir. Çeteyê ku tê darizandin, xwe wek "leşkerê DAIŞ'ê" bi nav kir. A rast, divê bigota "Ez leşkerekî AKP/MHP'ê me". Eger ew doz bi rengekî rast bê birêvebirin, potansiyela xwe heye ku bi dosyaya şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re bibe yek. Ji ber ku xuya ya bê ka terorîst û rêxistina terorê kî ne, anku desthilata faşîst a AKP/MHP'ê ye. MÎT organîzatora vê terorê ye. Mîna DAIŞ'ê, PDK jî ji bo ku bibe hevkarên wan, da rê.

Ji ber vê yekê, eger hemû Kurd û dostên wan ji bo mirovahiyê ji vê belaya nû ya Nazîyan rizgar bikin, divê wekî di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li dijî faşîzmê eniyên berxwedanê yên yekbûyî ava bikin da ku mirovahî bi ser bikeve.

Gava pêşîn jî divê pênaseya “terorîst” ji ser PKK'ê were rakirin ku ji xeynî ji bo faşîzmê bibe navgînek, bi kêrî tiştekî din nayê. Têkoşîna li dijî vê yekê dê bibe navgîna bingehîn a têkoşîna li dijî faşîzmê.