Li Tirkiyê ji ber lehiyê 57 kesan jiyana xwe ji dest da

Ji ber lehiya li hejmareke bajarên li ser deryaya Reş a li bakurê Tirkiyê rabûbû, 57 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Tirkiyê ji ber lehiyê 57 kesan jiyana xwe ji dest da
15 tebax, 2021   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Wezareta Afat û Rêveberiya Rewşa Lezgîn (AFAD), ji ber lehiya li bajarên Kastamonû, Sînop û Bartinê yên li ser deryaya Reş a bakurê Tirkiyê rabûbû, 57 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Raporên nefermî jî destnîşan dikin ku zêdetirî 300 kes wendayî ne û dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

(cx)