Îran: Em amade ne diyalogên bi Erebistana Siûdî re xurt bikin

Tehran ragihand: "Heger pêwîstî bi bilindkirina asta diyalogan bi Erebistana Siûdî re çêbibe û Erebistana Siûdî qebûl kir, em jê re amade ne."

Îran: Em amade ne diyalogên bi Erebistana Siûdî re xurt bikin
20 tîrmeh, 2021   13:29
"NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hikumeta Îranê Elî Rebîî li ser têkiliyên Îran û Erebistana Siûdî got: "Danûstandinên herêmî pêwîstiyeke daîmî ye û Îran diyalogên bi Erebistana Siûdî re pêşwazî dike da ku bighêjin encamên erênî."

Rebîî her wiha got: "Diyalogên dualî yên di navbera her du aliyan de qut nebûne û ji bo çareserkirina hemû nakokiyan em bi domadina diyalogan pabend in.. heger pêwîstî bi bilindkirina asta diyalogan çêbibe û her du aliyan li ser vê li hev bikin em jî amade ne."

Berdevkê Karê Derve yê Îranê Seîd Xetîb Zade demek beriya niha ragihandibû ku welatî wî ji diyalogên bi Erebistana Siûdî re amade ye da ku encamên erênî pêk werin.