Kongreya Star Cejna Qurbanê li hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir

Kongreya Star cejna Qurbanê li hemû pêkhateyên herêmê û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û hêvî kir ku ev bone bibe wesîleyek ji bo pêkanîna aştî û hezkirinê.

Kongreya Star Cejna Qurbanê li hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir
19 tîrmeh, 2021   10:04
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Kongreya Star hate gotin:

Bi navê Koordînasyona Kogreya Star a Rojava em cejna Qurbanê ku cihekî wê pîroz li gel neteweya Îslamî heye li rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û hemû jinan, pîroz dikin.

Girîngiyeke cejin û boneyên îslamî heye, ji ber wateyên exlaqî û nirxên wan diparêze.

Hêviya me ye ku ev bone bibin wesîleyek pêkanîna aştî, çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane û gihandina herêmê ber bi aramî û ewlehiyê ve. Bi vê boneyê em bang li hemû pêkhateyên gelê xwe dikin ku yekitiya xwe biparêzin û hemû hêza xwe bixin  oxira pêkanîna aramî û azadiyê, her wiha rizgarkirina herêmên dagirkirî.

Em soz didin şêniyên xwe yên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî ku em bi hemû hêz û israra xwe ji bo pêşxistina têkoşîna li dijî dagirkeran û peydakirina ewlehî û rûmetê, her wiha rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, dixebitin. Tevî rewşên ku gelê me di nav de dijî, em dibînin ku ev bûne di dilê wan de çirûska hêviyê pêdixe. Em weke Kongreya Star vê boneyê li şervanên azadiyê, jinên berxwedêr û têkoşer pîroz dikin û soza xwe di berdewamiya rêya şehîdan de heta pêkanîna serkeftinê û misogeriya jiyaneke bi rûmet ji hemû jinan re, dûbare dikin."

(bx)

ANHA