PDK’ê  Şandeya Hevpeymana Navneteweyî girt

Hevpeymana Navneteweyî diyar kir ku du endamên wan dema ji bo lêkolîna mafên mirovan ên li herêmên şer lê hene çûne Başûrê Kurdistanê, li wir hatine girtin.

PDK’ê  Şandeya Hevpeymana Navneteweyî girt
12 hezîran, 2021   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevpeymana Navneteweyî daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku şaneya wan a ji du kesan pêk tê li balafirxaneya Başûrê Kurdistanê hatine girtin.

Hevpeymana Navneteweyî diyar kir ku şande îro ji aliyê Ewlekariya Balefirxaneya Başûrê Kurdistanê hat girtin. Hevpeymanê bal kişand ser vî tiştî ku heyet li dinyayê ji bo lêkolîna rewşa herêmên şer lê hene dixebite û ji bo vê armancê çûye Başûrê Kurdistanê.

Hevpeymana Navneteweyî diyar kir wê derbarê meseleyê daxuyaniyeke berfireh belav bike.