​​​​​​​Kongreya Star a li Kobanê civînek ji dayikên gerîla re li gundê Elpelûrê li dar xist

Kongreya Star a li Kobanê civînek li gundê Elpelûrê ji dayikên gerîla re li dar xist. Civîn bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û piştevaniya hêzên gerîla li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hat organîzekirin.

​​​​​​​Kongreya Star a li Kobanê civînek ji dayikên gerîla re li gundê Elpelûrê li dar xist
1 hezîran, 2021   17:05
KOBANÊ

Civîn li gundê Elpelûrê yê 6 kîlometre dûrî rojavayê Kobanê ji dayikên gerîla re li mala ku rêber Ocalan lê dima li dar ket.

Di destpêka civînê de, dayika gerîlayê bi navê Şoreş Samoray, Melîhe Mistefa axivî û got: "Em dayikên gerîla îro li mala ku rêber Ocalan lê dima kom bûne û banga azadiya rêber Ocalan dikin û tecrîda ku ji zêdetirî 22 salan ve li ser hatiye ferzkirin, qebûl nakin û dixwazin rêberê xwe di nava xwe de bibînin."

Melîhe Mistefa wiha domand: "Em dayikên gerîla dê piştevaniya keç û xortên xwe yên gerîla bikin û dê rojek were qeydên tecrîdê werin şikandin, rêber Ocalan rizgar bikin û faşîsta Tirk têk bibin."

Piştî axaftinan, axaftina rêber Ocalan a li ser rêbazên şer û çawaniya xweparastina gelan hat guhdarkirin.

Civîn bi diruşmên "silavkirina berxwedana gerîl û banga azadiya rêber Ocalan" bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Tm4A4cr08wc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>