Piştî agirbestê şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de careke din dest pê kir

Piştî nimêja îniyê li derdora Mescid El-Eqsayê şer di navbera filistîniyan û hêzên Îsraîlê de rû da. Hate ragihandin ku hejmarek filistînî bi guleyên blastîkî birîndar bûn.

Piştî agirbestê şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de careke din dest pê kir
21 gulan, 2021   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên Filistînê, li Qudisê piştî nimêja îniyê şer di navbera filistîniyan û hêzên Îsraîlê de der ket û di şer de hejmareke filistînî bi guleyên blastîkî birîndar bûn.

Piştî 11 rojan ji şerên giran ku di encamê de 240 kesên hatin qetilkirin, di saetên 02:00'an ê barbanga îro de, bi navbeynkariya Misirê agirbest di navbera Îsraîlê û komên Filistînê yên li Xezayê de hate ragihandin.

Şer encamên girtekên Îsraîlê yên desteserkirina malên li taxa Şêx Cerah a Qundisê ye.

Pêşniyara agirbestê ji aliyê Meclisa Wezîran ve hate erêkirin û hikumeta Îsraîlê ya biçûk jî t erê kir.

Hikumeta Îsraîlê diyar kir ku agirbesta ku Misirê pêşniyar kiriye wê bê şertên pêşîn be, her wiha destnîşan kir ku agirbest dê saet 02:00'an ê barbanga Înê bikeve meryetê.

Ji aliyê xwe ve, komên Îsraîlê jî ragihand ku heger Îsraîlê pabendî agirbest bibe, dê agirbest saet di 02:00'an ê barbanga Înê de li gorî dema herêmî bikeve meryetê.

Medyayên Misirê jî ragihandin ku serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî dê du şandeyên ewlehiyê bişîne Filistîn û Îsraîlê da ku agirbestê bişopînin.