​​​​​​​Partiya Komunist a Kurdistanê: Li hemberî êrişên dagirkeriyê bisekinin

Partiya Komunist a Kurdistanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û hemû hêz û partiyên Kurdistanî kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê bisekinin.

​​​​​​​Partiya Komunist a Kurdistanê: Li hemberî êrişên dagirkeriyê bisekinin
14 gulan, 2021   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Komunîst a Kurdistanê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Şerê faşîst ê zalimane yê li hemberî hêzên demokratîk ên şoreşger li her deverî û li dijî her tevgereke rizgariyê ya şoreşgerî şerê dagirkeriyê ye. Divê li hemberî vî şerî sekin hebe û bê teredud werin şermezarkirin û eşkerekirin.

Rejîma faşîst a dagirkeriya Tirk a bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan ji zêdetirî du hefteyan ve şerê qirkirinê yê bejahî û hewayî li dijî Avaşîn, Metîna û Heftanîn, Biradost û Zapê yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Di van şerî de tevahî cûre çekên qedexekirî bi kar tîne. Di encamê de bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn û bi hezaran mal wêran bû, her wiha bi sedan bax û baxçe telef bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta şerê li dijî terorê ev êriş da destpêkirin, lê ev hincet ne di cih de ne û nayên qebûlkirin, ji ber ku li herêm tije sivîl in. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku bi terorê tê tawanbarkirin partiyeke ji bo azadî û demokrasiyê tê dikoşe, bi têkoşîn û nirxê xwe yê mirovî li dijî teror û terorîstan tê nasîn.

Di demekê de ku em vî şerê qirêj şermezar dikin, ji bingehê mirovî em bang li berpirsên kar dikin ku bi hemû derfetên têkoşînê vî şerî şermezar bikin. Bi hev re em hemû bixebitin da ku bandorê li rejîma Bexdayê bikin ji bo erka xwe ya li hemberî vî sûcê hovane bi cih bîne û sînorekî ji vî şerî re deyne, ji ber ku ev êriş li gorî qanûn û belgeyên navneteweyî dijminahî û binpêkirina serdestiyea Iraqê ye.

Em Partiya Komunîst a Kurdistanê bang li hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û tevahî hêz û partiyên Kurdistanê yên rizgarî, neteweyî û niştimanî dikin ku li hemberî vî şerî zalimane bisekinin ji ber ku ev şer ne aliyekî tenê dike hedef, lê şerê qirkirin û dagirkirinê ye ku tevahî kurdistanî, hebûn û destkeftiyên wan li tevahî welatê me yê dayikê Kurdistanê dike hedef."

ANHA