Berpirsekî siûdî: Raporên têkildarî danûstandinên bi Şamê re ne zelal in

Berpirsekî di Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî de got, raporên dawî yên ku dibêjin serokê îstîxbarata Erebistana Siûdî hevdîtin li Şamê pêk anîn, ne zelal in.

Berpirsekî siûdî: Raporên têkildarî danûstandinên bi Şamê re ne zelal in
7 gulan, 2021   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Rêveberiya Plansazkirina Siyasetê ya Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî ji Reuters re got, siyaseta welatê wî ya li hember Sûriyê hîn jî li ser bingeha piştevaniya ji gelê Sûriyê û çareseriyek siyasî  di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî  de û li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê ye.

Di saetên derbasbûyî de hin nûçe belav bûn  digotin, şandeyeke ewlehiyê ji Erebistana Siûdî serdana Şamê kir û bi berpirsên payebilind ên Sûriyê re hevdîtin pêk anîn.