Artêşa Îsraîlê nuqteyên leşkerî yên li Xeza bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê îro li Xezayê, nuqteyên leşkerî û deverên çandiniyê bombebaran kirin. 

Artêşa Îsraîlê nuqteyên leşkerî yên li Xeza bombebaran kirin
17 nîsan, 2021   08:07
XEZA

Balafirên şer ên Îsraîlê gelek nuqteyên komên Filistînê û deverên çandiniyê yên başûr û navenda Xezayê, kirin armanc.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku di encama bombebaranê de gelek ziyanên madî rû dan û tu agahî der darê ziyanên canî de ranegihandin.

Li gorî çapameniya Îsraîlê, artêşa Îsraîlê bersiva topa ku ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatiye avêtin, daye.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku gelek nuqteyên li Xezayê hedef girtin, ji wan baregeheke perwerdeyê ya Hemasê, navendeke çêkirina moşekên li dijî balafiran û nuqteyeke depoya çekan.

(dx)