Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk meşiyan

Li Silêmaniyê ciwan li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser herêma Garê meşek girseyî hate li dar xist.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk meşiyan
11 sibat, 2021   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên şevê de li Silêmaniyê ji aliyê Komeleya Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ve li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser herêma Garê meşek bi meşale hate li darxistin.

Meşa ku bi sedan kes têde amade bûn, ji kolana Salim dest pê kir heta Baxê Giştî yê Silêmaniyê berdewam kir.

Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên herêma Kurdistanê hatin hildan, bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre xiyanet” û “Li Garl berxwedan e Silêmanî piştevan e” hatin gotin.

Piştî girse gihişt ber Baxê Giştî, li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer daxuyaniyek ji aliyê Dilşad Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, heta Kurdek mabe wê cihê dagirkeriya Tirk li ser vê xakê nebe. Her wiha hate gotin wek ciwan ew ê rê nedin xaka Kurdistanê were dagirkirin û wê dest û lingên dagirkeran li ser xaka Kurdistanê bişkînin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin heta êrişên dagirkeriyê bi dawî nebin, ew ê li seranserî Kurdistanê hertim li qadan bin û li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin.