Artêşa Îsraîlê ciwanekî filistînî kuşt

Artêşa Îsraîlê îro ciwanekî filistînî li başûrê Beyt Lehm bi îdiaya ku hewl dida êrişekê pêk bîne, kuşt.

Artêşa Îsraîlê ciwanekî filistînî kuşt
31 ÇILE, 2021   12:41
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ciwanê filistînî li başûrê Beyt Lehm di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest daye.

Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku ciwanê filistînî kêr kişand û ber bi leşkerekî Îsraîlê ve çû, lewra leşkeran gule li wî reşandin.

Di hefteya borî de, artêşa Îsraîlê ciwanekî 17 salî yê bi navê Eta Mihemed Reyan li nêzî bajarokê Salfît kuştibû.

(dx)