`Seide û Hind ji bo jinên têkoşer û berxwedêr bûn sembol`

Jinên bajarê Reqa û Şehbayê destnîşan kirin ku her du şehîdan Seide û Hind veguherîn sembola jina têkoşer a berxwedêr. Meclisa Jina Azad jî bi daxuyaniyekê sûca kuştinê şermezar kir û bang li jinan kir ku ji bo rêgirtina li pêşiya terorê dengê xwe bilind bikin.

`Seide û Hind ji bo jinên têkoşer û berxwedêr bûn sembol`
`Seide û Hind ji bo jinên têkoşer û berxwedêr bûn sembol`
`Seide û Hind ji bo jinên têkoşer û berxwedêr bûn sembol`
`Seide û Hind ji bo jinên têkoşer û berxwedêr bûn sembol`
`Seide û Hind ji bo jinên têkoşer û berxwedêr bûn sembol`
27 ÇILE, 2021   15:27
REQA-ŞEHBA

Çalakiyên şermezarkirina sûca hedefgirtina hevseroka meclisa bajarokê Til Şayir ê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê Seide El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve berdewam in.

REQA

Li Reqayê bi sedan jinên bajêr meşiyan û sûca li dijî Seide El-Hermas û Hind El-Xidêr ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve şermezar kir.

Di meşê de jinan wêneyên her du şehîdan, pankartên “Bi giyana Seide û Hind em ê terora we bişkînin”, “Şehîdên aştiyê pêkanîna edalet û azadî soza me ye”, “Dilovanî ji bo şehîdên şoreşa jina azad û têkoşer”, “Bijî jina têkoşer û dê xwîna wan a pak li dû tartiyê be” rakirin.

Jin li ber çerxerêya Agirkujiyê ya li naverasta bajêr kom bûn û dest bi meşê kir. Meş li ber çerxerêya El-Neîm bi dawî bû û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de bi navê Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem Îbrahîm axivî û destnîşan kir ku bi saya fikrê netewa demokratîk jin azad bû, pêşket û bi pêşketina wê re civak jî azad bû û pêşket.

Piştre endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Itîmad El-Ehmed daxuyaniya meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê piştrast kir ku jinên herêmê wê li hemberî terorê serî netewînin û hedefgirtina jinan wê israra jinan a berdewamkirina projeya xwe zêde bike.

Her wiha meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku jinên herêmê wê projeya şehîd Hena, Hevrîn, Barîn, dayîka Elî, Hebûn, Seide û Hind temam bikin.

Di dawiya meşê de jinan sloganên silavkirina berxwedana jina azad berz kirin.

ŞEHBA

Li Şehbayê bi heman mebestî bi dehan endamên Meclisa Jina Azad a Şehbayê li navçeya Fafînê kom bûn û alên Meclisa Jina Azad a Şehbayê, wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifetê, wêneyên şehîdan Seide û Hind El-Xidêr rak kirin.

Meclisê bi daxuyaniyekê bûyera kuştina Seide û Hind ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve şermezar kir. Endama meclisê Rûşîn Elî daxuyaniya meclisê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya civaka navneteweyî pêkanîna sûc û komkujiyan didomîne. Li gel ku bangawaziyên derxistina dagirkera Tirk ji herêmên dagirkirî zêde dibin, lê dewleta Tirk jinên sûrî dike hedef. Çeteyên DAIŞ`ê du endamên rêveberiya meclisa bajarokê Til Şayir revandin û serjê kirin.

Bi rêya pêkanîna vê sûcê, DAIŞ`ê bi desteka dewleta Tirk dixwaze vîna jinan bişkîne, tirsê di nava pêkhateyên herêmê de belav bike. Projeya netewa demokratîk têk bibe, ji ber wê destpêkê êrişî jinan dike. Lê dîsa jî ew bi ser nakevin.

Meclisa Jina Azad a Şehbayê bi kurd, ereb û turkmenê xwe ve, vê sûca tirsonak a li dijî hevalên me şermezar dikin. Divê rêxistinên hiqûqî, yên mirovî û dewletên cîhanê nemaze yekitiyên jinan helwesteke cidî li hemberî mîna van bûyeran nîşan bidin û hewl bidin rê li pêşiya hedefgirtina pêkhateyên herêmê bi taybet jinan bigirin.

EHDAS

Girêdayî heman mijarê Kongreya Star a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina bûyera kuştina Seide û Hind û komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Til Rifetê pêk aniye meşek bi dirûşma “Jin nayê qetilkirin lê xwe azad dikin” orgenîze kir.

Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifetê, Seide El-Hermas, Hind El-Xidêr, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Konreya Star û pankartên “Bi giyana berxwedanê em ê faşîzmê tune bikin”, “Jin nayê qetilkirin lê xwe azad dikin” rakirin.

Meş ji ber stada gundê Babnisê yê navçeya Ehdas destpê kir û li qada gund bi dawî bû. Di meşê de endama koordînasyona Kongreya Star a navçeya Ehdas Hemîde Mihemed axivî û tundiya li dijî jinan şermezar kir.

Endama rêveberiya Meclisa Navçeya Ehdasê Raniye Hesen jî aixvî û diyar kir ku ruxmî êrişên dagirkeran, ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Meş bi berzkirina sloganên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA