Berpirsê Heşd El-Şabî û hevjîna wî mirin

Berpirsê Giştî yê Peywendiyên Heşd El-Şabî Ehmed Cabrî li gel hevjîna xwe, piştî tev li xwepêşandana li Bexdayê bûn, di encama qezayek trafîkê de mirin.

Berpirsê Heşd El-Şabî û hevjîna wî mirin
3 ÇILE, 2021   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Giştî ya Heşd El-Şabî, di daxuyaniyek nivîskî de ragihand Berpirsê Giştî yê Peywendiyên Heşd El-Şabî Ehmed Cabrî û hevjîna xwe, piştî ji xwepêşandana îro ya li Bexda ya ku li dijî kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis hate lidarxistin vedigeriyan mal,  li ser rêya Bexda-Necef di encama qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin hevjîna Ehmed Cabrî xuşka Berpirsê Berê yê Peywendiyên Heşd El-Şabî Mihemed Cabrî bû, ku ew jî par di 3’yê Çile de li gel Qasim Silêmanî û Mehdî Muhendis hatibû kuştin.

Îro bi boneya salvegera yekemîn kuştina Mehdî Muhendis û Qasim Suleymanî, bi hezaran alîgirên Heşd El-Şabî li Qada Tehrîr ya Bexdayê xwepêşandanek lidarxistin.