Asayîşa PDK'ê nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed girt

Nûçegihanê Rojnews'ê Zusik Hemed li bajarokê Çomanê yê Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hate girtin.

Asayîşa PDK'ê nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed girt
12 kanûn, 2020   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Asayîşa bajaroka Çomanê ya ser bi paêrzgeha Hewlêrê bangî nûçegihanê Rojnews'ê Zusik Hemed dike ku serlêdana asayîşê bike. Piştî Zusik ê diçe asayîşê li wir tê girtin û piştre ji bo asayîşa navçeya Soranê tê şandin.

Malbata Zusik got, Zusik Hemed piştî li ser malperek têkildarî binçavkirina ciwanên bajaroka Qesrê şîroveyek kiriye, asayîşa Çomanê bangî wî kirine.

Rojnamevan Zusik di şîroveya xwe de parastina mafên ciwanên hatine girtin, kiribû

Çavkanî: Rojnews