​​​​​​​‘Jin wê bi têkoşîna xwe dîktatoriya Erdogon hilweşînin’

Komîsyona Jina ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) got: "Jinan bi têkoşîna xwe dûh dîktatoriya Trujillo hilweşandin îro jî wê ya Erdogon hilweşînin."

​​​​​​​‘Jin wê bi têkoşîna xwe dîktatoriya Erdogon hilweşînin’
25 mijdar, 2020   09:17
  NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Jina ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şîdeta ser jinan daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Dîktatoriya Rafael Trujillo li komara Domînîka ji sala 1930’an heya 1961’an li hember gelan û bi teybetî jî li hember jinan şerek dijwar da meşandin. Hêzên dîktatoriya Trujillo ji bo şikandina berxwedana 25’ê Mijdara 1960’an, li hemberî pêşengên berxwadanê Patria, Minevra û Marîa Teresa Mîrabel destdirêjî da kirin û paşê ev her sê xwişkên şoreşger qetilkir. Li Domînîk û welatên Emerîkaya Latînî gel li berxwedana xwişkên Mirabel xwedî derket û dîktatoriya Trujillo hilweşandin. Di dîroka berxwedana li hemberî diktatorî û tundiya zilam a li ser jinê de ew roja ku xwişkên Mîrabel hatine qetilkirin 25’ê Mijdarê wekî sembola berxwedanê heya roja îro hatiye.

Her çiqas 60 sal li ser vê qirkirinê re derbas buyîbe jî nav û welat hatibe guhertin jî reng û rû yê dîktatoriyê ne hatiye guhertin. Îro ji li Kurdistanê ew kiryarên dîktatoriya Trujillo ji aliyê desthilatdariya Erdogan ve tê kirin. Li hemberî van kiryarên hovane gelê Kurd û jinên kurd li Rojava, Şengal, Mexmur, û Kerkuk û li hemû bajarên Kurdistanê bi berxwedan û têkoşina xwe hilweşandina dîktarotiya Erdagan dayîne destpêkirin. Jinên Kurd bi berxwedana xwe ya dîrokî rûyê dewleta Tirk û Erdogan ê ku serçete yê artêşa dagirker ji hemû cîhanê re eşkere kirin.

Serçete Erdogan baş dizane ku azadiya civakê bi azadiya jin ê pêkan e. Ji ber vê yekê bi derdestkirina  jinên pêşeng û girtina sazî û dezgehên wan dixwaze destkeftiyên jina tune bike û paşverûtiya fereseta zilam serdest bike. Bi vê siyaseta xwe ya qirêj dixwaze jinên Kurd bêdeng bike û dagirkerî, faşîzm û xwînmijî ya xwe pêşbixe.

Wexta ku Erdogan û çeteyên wî Rojava/Bakur û Rojhilatê Surî dagir kir serî de erîşî destkeftiyên jinan kir û ji bo kolekirina jinê zagonên nû êxistin meriyetê. Bi dagirkirinê destdirêjî qirkirin zilm û zordarî, revandin û firotina jinan derket lotkeya herî bilind. Ev yek raportên navnetevî de ji hatiye eşkerekirin.

Dewleta Tirk bi feraseta xwe ya Osmanî dixwaze Başurê Kurdistanê jî dagir bike. Bi pêkhateyên herîmî re îtîfaqê dike û dixwaze civaka Kurd parçe bike û polîtikayên xwe yên qirêj yên li hember jinê li van deran jî belav bike.  Heman stratejî ya dagirgerî li Şengal jî têdixe meriyetê. sala 2014’an li hember çeteyên Erdogan DAIŞ’ê bi tevlîbûna jinên Ezdîxanê berxwedanek mezin hate bilindkirin. Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe nekarî li hember berxwedana gel û jinên Şengalê bisekine. Îro bi itifaqên xwe yê qirêj û hevkarîya nokeran amadekariya erîşek dijwar li ser jin û gelê Şengalê dike.

Li hember jinê dewletek din a qirker Îran e. Rejîma Tehranê Bi kilifê baweriya îslamî dixweze jinan bêdeng bihêle. Bi tehdît êşkence û darvekirinê li hember jinê zilm û zordariya xwe di lotkeya herî jor de pêşdixe.  Zeyenp Celaliyan yek ji wan jinên berxwedêr e.  Dewleta Îran bi van kiryarên xwe yên dermirovahî bi salane dixwaze vîna Zeynebê bişkîne. Xebatên perwerdehiya zimanê Kurdî ku ji hêla Zara Mihamedi ve dihat dayîn vekî tehdîdekî li ser ewlekariya netewî pênase kir. Ev yek dide diyarkirin ka çiqas ji têkoşîn û berxwedana jinên Kurd ditirsin. Jinên Kurd ên pakrewan wekî  Zara Wekî Şirîn Elemhulî bi berxwedan û têkoşîna xwe ev tirs û xof xistine nava dilê wan.  Ji Başûr heya Bakur ji Rojhilat heya Rojavayê Kurdistane jinên kurd bi êrîşên faşîst û îslamî re rû bi rû ma. Ev êrîşên hovane ji dide xuyakirin ku ka desthilatdarî û dîktatorî ji jiên berxwedêr û azad çiqasî ditirse. Çawa ku beriya 60 sala li Domînîka bi berxwedana xwişkên Mîrabel dîktatoriya Trujillo  dawî lê hatiye îro jî bi têkoşîn û berxwedana jinên Kurd dawiya dîktaroriya Erdogan hatiye. Ev hişmendiya mêr wê li hember têkoşîna jina azad têk biçe.”

(cx)