Li Iraqê li dijî DAIŞ’ê operasyonên nû dest pê kir

Şaneya Çapemeniyê ya Ewlehiyê ya Iraqê îro daxuyand ku dest bi oparasyoneke ewlehiyê li geliyê Sersar li dijî çeteyên DAIŞ’ê kiriye.

Li Iraqê li dijî DAIŞ’ê operasyonên nû dest pê kir
30 îlon, 2020   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneyê bi daxuyaniyekê wiha ragihand: "Bi plan û çavdêriya Fermandariya Operasyonên Hevbeş vê sibehê fermandariya hêzên bejahî ji fermandariyên operasyonên Selaheddîn, rojavayê Nînawa û Cezîrê û bi beşdariya sazûmaniya Heşdî Şebî û focên ji polîsên Selaheddîn dest bi operasyona lêgerîn û keşfkirinê li geliyê Sersar hat kirin da ku çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst bigirin."

Şaneyê da zanîn ku ev operasyon li gorî agahiyên îstixbaratî û bi piştevaniya balafirên hêzên asîmanî, balafirên artêşê û balafirên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat.

Hêzên Iraqê di 10’ê vê Îlonê de operasyona serdegirtina şaneyên DAIŞ’ê yên li derdora parêzgeha Diyalayê dest pê kiribû.

(fr)