Mîrê Kuwêtê mir

Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah Ehmed di temenê 91 salî de mir.

Mîrê Kuwêtê mir
29 îlon, 2020   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Kuwêtê, îro piştî nîvro Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah Ehmed di temenê xwe yê 91 salî de mir.

Hikûmeta Kuwêtê ji ber mirina Mîr Şêx Sebah li welêt 40 roj şîn ragihand

Şêx Sebah di sala 2006’an de bû Mîrê Kuwêtê. 15’emîn mîrê Kuwêtê ye û nêzî du meh bûn rewşa wî ya tendirustiyê nebaş bû.