Sîsî ji Netanyahu re: Em piştgiriya aştiya li herêmê dikin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi rêya telefonê bi serokê Misirê Abdulfetah Sîsî re axivî. Sîsî piştgiriya gavên pêkanîna aştiyê li herêmê kir û vê lihevkirina di navbera  Îmaratê û Îsraîlê de jî bi erênî nirxand.

Sîsî ji Netanyahu re: Em piştgiriya aştiya li herêmê dikin
2 îlon, 2020   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Komara Misirê li ser hesabê xwe yê tevna civakî daxuyand ku Sîsî bi rêya telefonê bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axiviye û behsa geşedanên dawîn ên li herêmê rû dane kirine.

Serokatiya Komara Misirê diyar kir ku serok Misirê piştgiriya her gavekê ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê dike. Bi şêwazekê ku mafên rewa yên gelê Filistînê dibparêze û rê dide avakirina dewleta wî ya serbixwe û ewlehiyê li Îsraîlê peyda dike. Her wiha ragihandina lihevkirina di navbera Îmarat û Îsraîlê de bi sponseriya DYA`yê bi erênî nirxand.

Serok bal kişand ser di axaftina xwe de behsa girîngiya ji nû ve destpêkirina danûstandinan di navbera Filistîn û Îsraîlê de da ji bo ku bigihêjin çareseriyeke adil û giştî ji doza Filistînê re li ser bingeha cudakirina her du dewletan li gorî lêvegerîn navneteweyî û pêkanîn ewlehî û aştiyê ji gelên herêmê re.

Li gorî serokatiya Komara Misirê Sîsî girîngiya agirbesta di navbera Filistînê û Îsraîlê de piştrast kiriye li gel xebatên Misirê yên domdar ji bo sivikkirina asta rageşiyê di navbera her du aliyan de.

(eh)