Çalakiyên 8`ê Adarê… li Minbicê civîn û li Şehbayê belavok hatin belavkirin

Meclisa Jinan a Minbicê li gundewarên rojava, rojhilatê bajêr bi boneya Roja Jinan a Cîhanê 3 civîn li dar xistin. Her wiha li kantona Şehbayê belavok hatin belavkirin.

4 adar, 2020   14:05
MINBIC - ŞEHBA

Îro Meclisa Jinan li gundê El-Muhteriq El-Farat ê rojavayê bajarê Minibcê, gundê El-Heye û El-Yastî yên rojhilatê bajêr bi amadebûna bi dehan jinan, 3 civîn li dar xistin.

Di civîna li gundê El-Muhteriq El-Farat ê rojavayê bajarê Minbicê de berdevka Meclisa Jinan Ibtîsam Abdulqadir 8`ê Adarê da nasîn û got 8`ê Adarê çirûska têkoşîna jinan e ku nayê vemirandin. Her wiha diyar kir ku jinan di dîrokê de xwe di aliyê siyasî, aborî, civakî û çandî de îsbat kir.

Ibtîsam bi domdarî got: "Şoreşa jinan gelekî mezin e. Wan li dijî rewşên zehmet ji tundî, paşguhkirin û zîhniyeta desthilatdar, serî hilda."

Her wiha Ibtîsam behsa rola jinan û berxwedana wan li dijî êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir.

Di civîna ku li gundê El-Hiye û El-Yastî yên rojhilatê bajêr hat lidarxistin de endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Minbicê Sedîqa Xelo der barê destkeftiyên jinan di dîrokê de axivî û ev tişt anî ziman: "Roja 8`ê Adarê bi saya têkoşîn û fedakariyên jinan bûye cejn û ji tevahî jinên cîhanê re bûye sembol."

Sadîqe diyar kir ku jin dikarin civakê bi rêya malbatê bi rêxistin bikin ji ber ku malbat şaneya herî biçûk a civakê ye. Civîn bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

ŞEHBA

Kongreya Star a kantona Efrînê bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" belavokên danasîna vê rojê belav kirin. Endamên Kongreya Star a kantona Efrînê, Şehba, endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) tev li belavkirina belavokan bûn.

Di belavokan de roja 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, jinên berxwedêr û jinên Efrînê hat pîrozkirin. Her wiha behsa berxwedan û vîna jinên Efrînê tevî koçberkirinê kir û bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan.

Her wiha têkildarî 8’ê Adarê belavok hatin belavkirin.

(bx)

ANHA