Dewleta Tirk li rojavayê Girê Spî dîwarê parçekirinê lê dike

Dewleta Tirk a dagirker ji bo herêmên kantona Girê Spî û Kobanê ji hev qut bike, dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kir. Ev yek jî niyeta wê ya dagirkirinê diyar dike.

Dewleta Tirk li rojavayê Girê Spî dîwarê parçekirinê lê dike
26 ÇILE, 2020   08:01
EYN ÎSA – ŞERVÎN MUSTEFA

Mîna Efrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo armancên xwe di parçekirina xaka Sûriyê de pêk bînin û tev li xaka Tirkiyê bikin, li rojavayê Girê Spî dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kir.

Ajansa me dema ku dewleta Tirk a dagirker di navbera gundê Kendalê û Celebê yên 1 km dikeve başûrê sînorê Tirkiyê dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kir da ku dîwar bigihîne dîwarê li ser sînor, şopand. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bilî lêkirina dîwar (1 km) satire ji axê li aliyê din ê dîwar datînin.

Dewleta Tirk a dagirker li rojavayê Girê Spî û rojhilatê Kobanê dîwar 14 km dûrî bajarê Girê Spî lê dike.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên sivîlên ku bi darê zorê neçarî koçberiyê bûne û dibistan veguherandina baregehên leşkerî. Tevgera çeteyên dewleta Tirk li gundên Kendalê, Bîr Temih, Celebê û Evdiko ya Mezin, vê yekê diyar dike.

Dewleta Tirk a dagirker 18`ê Nîsana 2019`an bi armanca qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê û tevlêkirina wê ji wîlayeta Hatay a Tirkiyê re dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kir. Lêkirina dîwarê parçekirinê li rojavayê Girê Spî niyeta dagirkirin, projeyên parçekirina xaka Sûriyê û tevlêkirina wê ji xaka Tirkiyê re, diyar dike.

(ekib)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vGNTKP7VGfk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>