Hunermend Mizgîn Tahir bi konsertekê berxwedana Rojava silav kir

Hunermend MizgînTahir a ku ji bo piştgiriyê hatiye Rojava li bajarê Qamişlo konsertek da.

Hunermend Mizgîn Tahir bi konsertekê berxwedana Rojava silav kir
Hunermend Mizgîn Tahir bi konsertekê berxwedana Rojava silav kir
Hunermend Mizgîn Tahir bi konsertekê berxwedana Rojava silav kir
Hunermend Mizgîn Tahir bi konsertekê berxwedana Rojava silav kir
Hunermend Mizgîn Tahir bi konsertekê berxwedana Rojava silav kir
Hunermend Mizgîn Tahir bi konsertekê berxwedana Rojava silav kir
13 kanûn, 2019   16:40
QAMIŞLO

Hunermend MizgînTahir a ku ji bo piştgiriyê berxwedana Rojava û koçberên Girê Spî û Serêkaniyê hatiye Rojava bi dirûşmeya Çand û Huner ji bo berxwedan û israrê ne" konsertek da.

Konsert ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên civaka sivîl, ciwanên şoreşger, şervanên YPG û YPJ‘ê hunermend û rewşenbîr, partiyên siyasî û şêniyên Serêkaniyê amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê hunermend Mizgîn Tahir gelek stranên li ser berxwedana gelê Kurd gotin.

Piştre koma Botan a girêdayî navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo stranên şoreşgerê girêdayî şehîdan,  berxwedana Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê gotin.

Konsert di nava çepik dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

ANHA