Li Reqayê têkildarî 25'ê Mijdarê şevbuhêrkeke helbestan

Li bajarê Reqayê têkildarî 25'ê Mijdarê şevbuhêrkeke helbestan hate lidarxist.

Li Reqayê têkildarî 25'ê Mijdarê şevbuhêrkeke helbestan
Li Reqayê têkildarî 25'ê Mijdarê şevbuhêrkeke helbestan
Li Reqayê têkildarî 25'ê Mijdarê şevbuhêrkeke helbestan
Li Reqayê têkildarî 25'ê Mijdarê şevbuhêrkeke helbestan
Li Reqayê têkildarî 25'ê Mijdarê şevbuhêrkeke helbestan
Li Reqayê têkildarî 25'ê Mijdarê şevbuhêrkeke helbestan
Li Reqayê têkildarî 25'ê Mijdarê şevbuhêrkeke helbestan
8 kanûn, 2019   18:37
REQA

Buroya birêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê di çarçovya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a bi dirûşmeya  "Dagirkerî tundî ye bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîstê hilweşînin" şevbuhêrkeke helbestan li Navenda Çandî ya Reqayê li dar xist.

Hejmarek helbestvanên; Foziye El-Mirî, Mariya El-Acêlî, Îsmaîl El-Kedî û Ziyab El-Şêx û jin bajêr tevî endamên sazî û komîteyên sivîl di şevbuhêrkê de amade bûn.

Helbestvan Foziya El-Mirî helbesta xwe bi navê "Xensa El-Nar" xwend, ku tê de azarên jinan di dema DAIŞ`ê de destnîşan kir.

Ji aliyê xwe ve helbestvan Mariya El-Acêlî di helbesta xwe de binpêkirinên çeteyan û tundiya li dijî jinê meşandine eşkere kir.

Her wiha nivîskar û wêjevan Foziya El-Mirî di helbesteke xwe de zehmtiyên ku jin ji hêla civakê ve bi giştî û ji hêla dagirkeriyê ve bi taybet û hedefgirtina jina azad dikşînin, xwendin.

Helbestvan Îsmaîl El-Kedî û Ziyab El-Şêx helbestên cihereng li ser dayik û welat xwendin.

(şx)

ANHA