Dewriya artêşa Tirk sivîlek qetil kir

Artêşa Tirk sivîlê bi navê Serxwebûn Elî ku di nav kesên dewriya artêşa Tirk red dikirin, qetil kir.

Dewriya artêşa Tirk sivîlek qetil kir
8 mijdar, 2019   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê sivîlan dewriya dewleta Tirk û Rûsya ku ji gundê Dêrna Axê ya herêma Girkê Legê ber bi herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo ve diçû red kirin û ew dane ber keviran. Dewriya artêşa Tirk sivîlê bi navê Serxwebûn Elî qetil kir.

Berpirsê Buroya Ragihandina QSD`ê Mistefa Balî di twitta xw de ragihandibû, ku panzer Tirkiyê pêşberî dewriya rûsî pêl sivîlekî kir.

 (eh)

ANHA