QSD`ê duh derbeyên giran li artêşa Tirk xist

Şervanên QSD`ê, du bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra dan û di encamê de bi dehan çete hatin kuştin.

QSD`ê duh derbeyên giran li artêşa Tirk xist
8 mijdar, 2019   10:30
EYN ÎSA

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh êrişî rêya navdewletî (M4) kir. Şervanên QSD`ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan da. Di encama wê de 24 çete hat kuştin û gelek çete birindarê bûn. Her wiha şervanan tangek teqandin, tankekê derbe xwar, erebeyeke doçka û erebeyeke ji cûreya van hatin teqandin.

Her wiha şevê din çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Mesûdiyê kirin.

Di encama bersivdayîna şervanên QSD`ê de 6 çete hatin kuştin û 4 jî birindar bûn. Erebeyeke ji cûreya pikap hat teqandin û çeteyên di erebeyê de hatin kuştin. Hejmara kuştî û birîndaran ne diyare.

Îro jî li gundê Mesûdiyê panzereke hat teqandin.

(bx)

ANHA