Li Dêrikê 5 şehîd hatin oxirkirin û nasnameya 3 şehîdan hate eşkerekirin

Bi hezaran şêniyên Dêrikê cenazeyê 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê li gorsitana şehîd Xebat Dêrikê oxir kirin.

3 mijdar, 2019   13:08
QAMIŞLO

Hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê li nexweşxaneya şehîd Hogir kom bûn da ku cenazeyê şehîd Mihemed Denîz (Çekdar Amed), Mihemed Bodak (Tekoşer Binabir), yek ji fermandarên YPJ`ê Asra Arşmîd (Denîz Amed), Mihemed Murad (Dilgeş Çîlo) û Minem El-Ebas (Egîd Qamişlo) ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn, werbigirin.

Şêniyan piştî ku cenazeyên şehîd wergirtin, bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrikê ve ketin rê, li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveberiya PYD`ê Sîlvan Elî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û şervanên QSD`ê re xwest.

Sîlvan Elî wiha domand: "Berxwedan Rûmetê ji cîhanê re îsbat kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina aştiya gelan û jiyana hevbeş kir, lê faşîsta Tirkiyê û çeteyên wê bi armanca tinekirina gelên herêmê û guhertina demografiya wê û pêkanîna komkuiyan derheqê pêkhateyan pêk bîne, her wiha koçberan li Serêkaniyê û Girê Spî li şûna şêniyên wê yên resen bi cih bike."

Paşê wesîqeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Her wiha di merasîman de nasnameya 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin eşkerekirin, şehîd ev in: Ceylan Eşkan (Ronahî Kewde), Binar Yilmaz (Zeyneb Amed) û Wîdad Ardmejî endamê Yekitiya Ragihandin Azad.

Di dawiya merasîmê de, her 5 şehîd hatin oxirkirin.

(jo)

ANHA