Sersaxî ji malbata Amara û Tekoşer re hate xwestin

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxî ji malbatên şervana YPJ’ê şehîd Hefîfe Ehmed (Amara Jînda) û şervanê QSD`ê Ednan Mehmûd (Tekoşer Dilşêr) re xwestin ku di Berxwedana Rûmetê li Girê Spî şehîd bûbûn.

Sersaxî ji malbata Amara û Tekoşer re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Amara û Tekoşer re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Amara û Tekoşer re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Amara û Tekoşer re hate xwestin
30 cotmeh, 2019   14:23
QAMIŞLO

Merasîm li pêşiya navenda Kongreya Star a rojhilatê navçeya Tirbespiyê hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre bi navê Kongreya Star endama Koordînasyona Kongreya Star Hêva Erebo, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulezîz Mihemed, bi navê partiyên siyasî siyasetmedar Îbrahîm Selac û bi navê Partiya Demokratî Kurdistanê li Sûriyê endamê rêveberiyê Ebas Ibrahîm, axivîn.

Axaftvanan diyar kir ku xwîna hemû pêkhateyan kete nav hev, sekna hemû pêkhateyan di bin konekî di nameyê dide her kesî ku xakê dagir dike û wiha gotin: "Em ê heta dawiyê parastina xakê biki, divê cîhan bizane ku kesên niha şerê Tirkiyê û çeteyên wê dike, berê şerê çeteyên DAIŞ`ê kir. Ev yek diyar dibe ku Tirkiyê û çeteyên wê tiştê ku DAIŞ`ê nikarîbû bikira, dikin."

Her wiha axaftvanan destnîşan kir lîstina bi cenazeyên şehîdan û êşkence Çîçek Kobanê ya dîlgirtî, hemû nirx û exlaqê mirovahiyê binpê dikin.

Îbrahîmc Selac bang li  daxwaz ji endamên ENKS‘ê, kir ku helwesta xwe ji êrişa Tirkiyê ya li ser gelê Kurd ê li Rojava zelal bikin û li gorî nameya fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî ya yekrêziya Kurd û însyatîfa Yekitiya Rewşenbîrên Kurd li Sûriyê tev bigerin.

Bi navê malbata şehîd Amara Jînda, Dr.Tariq Hesen axivî û diyar kir ku QSD`ê nasnameya nûnertiya hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ye û şehîd Amara bû sembola berxwedanê.

Paşê nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

ANHA