Yekemîn civîna komîteya destûrê bi nebeşdarbûna gelek endamên wê tê lidarxistin

Îro li Cinêvê yekem civîna komîteya destûrê û di nava talûqkirina 10 endaman ji beşdariyê û dûrxistina nûnerên zêdetirî 5 milyon şêniyên Sûriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destpê kir.

Yekemîn civîna komîteya destûrê bi nebeşdarbûna gelek endamên wê tê lidarxistin
30 cotmeh, 2019   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên rejîma Sûriyê, kesên qaşo bi navê opozisyonê û bi navê civka sivîl bi sponseriya (Rûsya, Tirkiyê û Îran) tev li civînê bûne. Nûnerên 5 milyon şêniyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hatine bidûrxistin.

Bi destpêkirina nîqaşan re serokê şandeya rejîmê Ehmed Kizberî behsa terorê û hebûna hêzên biyanî kir û her wiha jî piştrast kir ku divê wek van nîqaşan divê li Şamê pêk werin.

Civînên nîqaşkirina komîteya destûrê  di dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û Erdogan gefan dixwe ku êrişên din pêk bîne û her wiha jî li herêmên bê çek jî di navbera rejîmê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê de şer didome de, pêk tên.

(bx)