Gaziyên şer: Em ê rêya tekoşînê dewam bikin

2 şervanên gaziyên şer diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bidomînin û ji civaka navneteweyî daxwaz kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Gaziyên şer: Em ê rêya tekoşînê dewam bikin
27 cotmeh, 2019   11:16
HESEKÊ – BASIM DEXÎL

Dewleta Tirk hewl dide bi hinceta herêma ewle xewnên împratoriya Osmaniyan vegerîne û koçberan li wir bicih bike, da ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû cureyên çekên xwe û di nav de jî yên qedexekirî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, milkên şêniyan û yên giştî dizîn, wêran kir û bi sedan malbat li pêş çavên cîhanê koçber û pergende kirin.

Ev herêm, Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) piştî zêdetirî 11 hezar şehîd û zêdetirî 24 hezar birîndar dan, rizgar kir. Lê dewleta Tirk piştî binektina çeteyên wê yên ji DAIŞ û Cebhet El-Nusra dixwaze vê herêmê dagir bike.

Der barê mijarê de, Elî Bedir şervanê QSD`ê ku di şer de gazî bûye, got ku êrişên dewleta Tirk a dagirker mînaka rast ji cîhanê re ku Erdogan destekê fermî ji DAIŞ`ê re ye. Bedir wiha domand: "Piştî têkbirina DAIŞ`ê ji aliyê şervanên QSD`ê ve, dewleta Tirk a dagirker rûyê xwe yê rast eşkere kir û derbas bû, da ku wan ji girtîgehan derxe û careke din di bin nav û aleke din de, vegerîne."

Bedir destnîşan kir ku ew ne poşmam e ku parçeyek ji laşê xwe da û wiha got: "Ev nayê wê wateyê ku di rêya şehîd û tekoşînê de nemişin, xaka ku bi saya şehîdan tê avdan lê çîçeka azadiyê dipişkive. Dê ji birîndar, leşker û sivîlan yekrêzê bisekinin ku osmaniya faşîst û çeteyên wê bi çi bedilî dibe bila bibe, têk bibin."

Bedir got: “Şerê Erdogan û êrişên wî ne tenê li dijî Kurdan in, lê li dijî hemû pêkhateyan in û hewl dide bi navê "Herêma ewle" xaka me dagir bike. Ji ber vê yekê em ji civaka navneteweyî daxwaz dikin ku herêma ewle divê di bin banê navneteweyî û komîteyên berpirs de be, da ku çavdêriya sînor bike û garantiya mafên me bike."

Li aliyekî din jî, Casim Mihemed Xidîr ku di encama teqîna mayînekê de di hemleya rizgarkirina Dêrazorê de lingê xwe qut bûbû, axivî û wiha got: "Mixabin ji bêdengiya civaka navneteweyî der barê rûdanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên ku bi hemû cureyên çekdan ji aliyê Erdogan û çeteyên wê pêk tên re."

Xidîr wiha got: "Dema ku DAIŞ`ê gef li hemû cîhanê dixwar, QSD`ê parastina cîhanê kir û helwesta xwe raber kir, bi hezaran şehîd û birîndar da, ku cîhan bi ewle bijî. Lê îro yên ku me parastina wan kiriye, tenê li zilma Tirkiyê ya li ser Bakurê Sûriyê temaşe dikin."

Her wiha Xidîr ji civaka navneteweyî daxwaz kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û biryareke cidî der barê êrişên Tirkiyê û sûcên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tên de, bigire.

Xidîr di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ji mafên me ye ku gazî misogeriya mafê xwe û yên malbatên şehîdan piştî têkbirina DAIŞ`ê, garantor bikin. Em amade ne careke din ji bo gelê xwe di rêya berxwedanê de bimeşin."

(jo)

ANHA