Jinên Minbicê: Bi serkêşiya jina azad Berxwedana Rûmetê wê bi ser bikeve

Jinên bajarê Minbicê gotin ku dewleta Tirk komkujiyan derheqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û diyar kirin ku girîng e li pêşiya armancên Erdogan bê girtin û gotin ku Berxwedana Rûmetê dê bi serkêşiya jina azad bi ser bikeve.

Jinên Minbicê: Bi serkêşiya jina azad Berxwedana Rûmetê wê bi ser bikeve
20 cotmeh, 2019   10:15
MINBIC

Meclisa Jin a bajarê Minbicê û gundewarên wê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Îro endamên saziyên taybet ên jin li bajarê Minbicê û gundewarên wê kom bûn, da ku daxuyaniya şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin. Daxuyanî ji aliyê berdevka Meclisa Jin a bajêr Ibtîsam Ebdullqadir ve hate xwendin.

Ibtîsam wiha got: "Bi navê jinên Minbicê em îro bi îradeya bihêz radigihînin ku em ê li pêşiya êrîşa Tirkiyê bisekinin û li ber xwe bidin, îro roja Berxwedana Rûmetê ye, divê em bi hev re li dijî dagirkeriya Tirkiyê û armancên wê bisekinin."

Ibtîsam nameyek ji dewleta Tirk a dagirker re şand û wiha got: "Bila Tirkiyê bizane ku jinên Sûriyê li pêşiya êrîşa dagirker bombeyên li ber teqandinê ne, tiştê ku dagirkeriya Tirkiyê ji komkujiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, me bi hêz dike ku em di parastina xaka xwe de hîna bi îsrar in, êrîşa li ser xaka Sûriyê û kuştin, rûxandin û koçberî tiştekî ne rewa ye."

Ibtîsam teqez kir û got: "Êrîşa Tirkiyê êrîşekî hovan e ye, jinan û zarokan dikuje, hemû cureyên çekan bikar tîne, çekên ku di belgeyên mirovî û navneteweyî de qedexe kiriye, dixwaze bi rêya kuştina hezaran sivîlan armancên xwe yên dagirkirî pêk bîne."

Ibtîsam wiha domand: "Berxwedana gelê me li Girê Spî û Serêkaniyê tenê nameyeke zelal ji cîhanê re dide, ku em xwediyê xaka pîroz in û nahêlin kes derbasî bibe."

Her wiha Ibtîsam destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya êrîşan sekinîn û piştgiriya Girê Spî û Serêkaniyê kirin û wiha got: "Şehadeta dayîka Eqîde li Serêkaniyê û Hevrîn Xelef mînaka herî mezin e ku em dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin."

Ibtîsam wiha got: "Îro em jinên Minbicê bang li hemû cîhanê yên banga azadî û aştiyê ji gelan re dikin, dibêjin ku divê helwestên rast û zelal hebin da ku rijandina xwîna hezaran gelê Sûriyê raweste û bila hemû cîhan bizane ku her bohestek ji Sûriyê pir giran e û em amade ne canê xwe ji bo parastina aştiyê bidin."

Ibtîsam di dawiyê de wiha got: "Divê em ji bo aştiyê û jiyana bi rûmet têbikoşin, jina tekoşer pêşenga civakê ye, wê jî bi berxwedana xwe dîrok ava kir, bi serkêşiya jina azad Berxwedana Rûmetê biser dikeve."

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelan bidawî bû.

(jo)

ANHA