Çeteyên artêşa Tirk çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Eyn Îsayê revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Eyn Îsayê revandin.

Çeteyên artêşa Tirk çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Eyn Îsayê revandin
16 cotmeh, 2019   15:23
EYN ÎSA

Şer li kampa Eyn Îsa yê di şaneyên çeteyên DAIŞ, çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji aliyekî ve û Hêzên Sûriye Demokratîk ji aliyekî din ve ji sê rojan ve bê navber rû dide.

Komek çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji aliyê bakurê kampa Eyn Îsayê bi awayekî veşartî derbasî kampê bûn.

Hêzên Sûriye Demokratîk jî li hember êrîşên çeteyên DAIŞ û artêşa Tirk a dagirker sekinîn.

Lê çeteyên artêşa Tirk, dikaribûn komek ji şaneyên çeteyên DAIŞ`ê birivînin.

(şx)

ANHA