Ji DYA’yê banga sekinandina êrîşên li ser Terablûsê

DYA`yê têkildarî şerê li nêzî paytexta Lîbyayê Terablûsê rû dide bi fikar e û ji hêzên Xelîfe Hefter xwest ku di zûtirîn demê de êrîşên xwe rawestîne.

Ji DYA’yê banga sekinandina êrîşên li ser Terablûsê
8 nîsan, 2019   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pompeo roja duşemê ragihand ku welatê wî der barê şerê li nêzî paytexta Lîbyayê Terablûsê rû dide de bi fikar e û ji hêzên Xelîfe Hefter xwest ku êrîşên li ser Terabûlsê bide rawestandin.

Pompeo di daxuyaniyê de wiha got: "Me bi zelalî got em li dijî êrîşên leşkerî yên hêzên Hefter in, em dibêjin ku çalakiyên leşkerî li dijî Terablûsê rawestîne."

Her wiha Pompeo diyar kir ku DYA bi hevkarên xwe re ketiye nav danûstandinan da ku zextê li fermandarên Lîbyayê bike da ku bi rêya nûnerê taybet ê sekreterê Neteweyên Yekbûyî Xesan Selam re vegerin danûstandinên siyasî.

Di heman demê de, dîplomatan ragihand ku Rûsyayê nehişt Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî daxuyaniya ku bang li hêzên Hefter dike ku êrîşên li ser Terablûsê rawestîne, bide.

Çavkaniyan ji AFP`ê re got şandeyeke rûsî di Neteweyên Yekbûyî de, xwest ku ev daxuyaniya serokatiyê bê guhertin û divê di daxuyaniyê de bang li hemû aliyên çekdar ên Lîbyayê were kirin ku şer rawestînin.  Lê DYA`yê pêşniyara guhertinê ya Rûsyayê red kir.

(jo)