Balafirek rêwiyan li Etiyopyayê kete xwarê-HATE NÛKIRIN

Balafireke rêwiyan a Etiyopyayê îro dema diçû peytexta Kenya Nairobi ket xwarê.

Balafirek rêwiyan li Etiyopyayê kete xwarê-HATE NÛKIRIN
10 adar, 2019   11:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Toreya leşkerî ya hewayî ya Etiyopyayê diyar kir ku balafira rêwiyan îro li nêzî bajarê Dabrzit li naverasta navenda Etiyopyayê ket xwarê. Di balafirê de ku 157 kes têde hebûn, hemû mirin.

Li gorî nûçeya Skynews, balafir seat 8:38 rabû û ber bi Nairobi ve çû, lê piştî 6 deqan têkilî bi wan re qut bû.

(jo)