Lêkolîner: Agirbest parastina Îsraîlê li hemberî dayîna xwarinê ye

Lêkolînerên siyasî yên Filistînê gotin ku Îsraîl serweriya giştî jiyanê li Filistînê dike û diyar kirin ku agirbest tenê ji bo parastina Îsraîlê li hemberî dayîna xwarinê ye. Her wiha dane zanîn ku di hevpeymana agirbestê de behsa mafê vegerê û doza Qudisê nayê kirin.

Lêkolîner: Agirbest parastina Îsraîlê li hemberî dayîna xwarinê ye
Lêkolîner: Agirbest parastina Îsraîlê li hemberî dayîna xwarinê ye
Lêkolîner: Agirbest parastina Îsraîlê li hemberî dayîna xwarinê ye
19 tebax, 2018   07:59

MISTEFA DEHDÛH / XEZA

Xebatên temamkirina hevpeymana agirbestê di navbera Îsraîl û Tevgera Hemasê de bi sponseriya Misr û navnetewî bi lez pêş ve diçin. Li gorî agirbestê korîdorekî deryayî di navbera herêma Xeza û Qubirsê de tê vekirin. Her wiha hemû dergehên di navbera herêma Xeza û Îsraîlê de dê bêne vekirin û dijberiya di navbera Îsraîl û Tevgera Hemasê de dê were bidawîkirin.

Lê ev agirbest rastî nerazîbûn û rexneyên tûj ji aliyê hin kesayetên siyasî ve hat. Van rexnekaran diyar kirin ku tişta ku Tevgera Hemas dide meşandin "kordîneyeke ewlehî ya eşkere bi Îsraîlê re li ser hesabê berjewendiyên niştimanî û doza bajarê Qudisê ye".

Girêdayî mijarê, nivîskar û şîrovekarê siyasî Ekrem Etallah ji ajansa me ANHA'yê re axivî û diyar kir ku Tevgera Hemas niha danûstandinê ji bo dozên mirovahî dike ku beriya hersê şeran ku di encamê de bi hezaran sivîl bûn qurbanî û binesaziya herêma Xezayê hate hilweşandin, pêk hatibûn û wiha anî ziman: "Mijara sereke ya Hemas di van lihevkirinên bi Îsraîlê re ew e ku balefirgeheke wê li Xezayê hebe. Nemaze baskê wê yê leşkerî di şerê 2014'an de erêkirina avakirina balefirgehekê weke merc danî da ku şer rawestîne. Gelo çima avakirina balefirgehê ku balefirgeheke me beriya şer hebû û Hemasê jî hilweşand, dema ku serweriya xwe li herêmê ferz kir û niha jî careke din daxwaza wê dike."

Etallah destnîşan kir ku desthilatdariya di bin sîwana hegomoniya Îsraîlê de tê wateya razîbûna bi mercan da ku desthilatdariya xwe bidomîne û pêde çû: "Tişta ku Îsraîlê pêk aniye ew e ku hemû hêzên Filistînê bi desthilatdariya xwe birazîkirin dan û divê were parastin û kilîtên jiyanê di destên wê de ne. Dergeha Kerem Ebû Salim li Xezayê û derbeha El-Meqasa ya li herêma rojava veguherîn xalên lawaz ên Filistînê û Îsraîlê destên xwe dane ser birîna tabûran."

Etallah da zanîn ku ev yek tê wateya ku rihê desthilatdariyê di destên Îsralê de ye û wiha domand: "Êdî divê em vê hevkêşeyê nas bikin û sernavê wê balkêş ku ji hikûmeta Filistînê dest pê kifr û bi Tevgera Hemasê re bi dawî dibe 'ewlehî li hemberî xwarinê' ye. Ev yek li herêma rojava dest pê kir û niha jî li Xezayê tê meşandin."

Birêveberê Navenda Ebdullah El-Horanî ya Lêkolîn û Belgekirinê Nahêd Zeqût diyar kir ku Tevgera Hemas hevkêşe ji doza welat û axê veguhert doza xwarin û alîkariyan û ewlehiya ji bo rayedarên Tevgerê. Zeqût got ku li gorî îlankirina Amerîka Qudis paytexta Îsraîlê ye, lê Hemas ku her tim behsa rizgarkirina Qudisê dike gelo çi kiriye? Qudis ne di nava daxwaza tabûrên Filistînê de bû û di ti diyalogên siyasî de li Qahîreyê behsa wê nehatiye kirin.

Her wiha da zanîn ku tişta ji danûstandinên Filistîn û Îsraîlê li Qahîreyê hatiye dûrxistin, mafê vegerê ye ku ev 70 sal in UNRWA parastina wê dike û wiha got: "Niha Amerîka dibêje ku UNRWA saziyeke li ser gendeliya rêveberiyê hatiye avakirin û divê were jihevxistin û xizmetên koçberan werin betalkirin da ku doza wan bi dawî bibe".

Zeqût di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku hikûmeta Îsraîlê beiya nêzî meh û nîvekê "qanûna cihûbûna dewletê" erê kir û li gorî vê qanûnê nasnameya niştimanî ya Filistînê beriya û piştî 1948'an bi dawî dibe. Ev qanûn li hemberî projeya dewleta Filistînê û rewatiya Qudisê weke paytexta gelê Filistînê jî metirsiyeke mezin e. Zeqût got ku tişta herî metirsîdar tabûrên Filistînê bi xwe ne ji ber ku ev qanûn li ser maseya Hemas û Îsraîlê li Qahîreyê gotûbêj nekirin.

Zeqût got ku tişta rû dide "xiyaneteke mezin der heqê doza Filistîn û Qudisê de ye". Tabûrên Filistînê ku guhên gel bi durişmeyên rizgarkirina Filistînê kun kirine, niha banga bidawîkirina ambargoyê li ser Xezayê dikin û banga berfirehkirina çarçoveya nêçîra masiyan di derya de dikin. Her wiha korîdorekî di navbera herêma Xeza û Qubrisê de ava dikin û hin projeyên mirovahî li Xezayê da ku pirsgirêkên bêkarî, ava û kehrebeyê bêne çareserkirin.

Her wiha destnîşan kir ku Îsraîl tabûrên Filistînê dixapîne ku daxwazên wan giran û girêkok in û pêdiviya wê bi danûstandinên navnetewî hene. Di encamê de navbênkarên ku li hemberî berjewendiya Filistînê baldar in destwerdanê dikin da ku daxwazên tabûrên şoreşgerî kêm bikin da ku welatiyên Xezayê birazîkirin bidin.

Ekrem Etallah û Nahêd Zeqût di dawiya axaftinên xwe de bang li tabûrên Filistînê kirin ku Xeza ne Filistîn e lê belê bajarekî Filistînê ye û divê her kes nas bike ku aliyên li paş lihevkirinên bi Îsraîlê re dimeşin bê guman dê bandoreke neyînî li doza gel û welat bike û dê temenê dagirkeriyê dirêj bike."

ANHA