Di rojeva rojnameyên Erebî de, mijarên sereke

Li Sûriyê aloziya piştî êrîşa leşkerî ya Israîlê, xebatên navdewletî ji bo çareserkirina aloziyê ku dengvedana wê gihişt Beyrût û Bexdayê, operasyoênên rêjîma Tirkiyê yên li dijî mûxalifan mijarên sereke yên rojnameyên Erebî yên vê sibehê ne.

Di rojeva rojnameyên Erebî de, mijarên sereke
11 gulan, 2018   09:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên vê sibehê derketine giranî dane aloziya li ser sînorê Israîl û Sûriyê, hilbijartinên Iraqê, operasyonên rêjîma Tirkiyê yên li dijî mûxalifan, gefxwarinên Ebas ên li ser Israîl û Washington û pêşveçûnên li Yemenê.

Rojnameyên Erebî derbarê Sûriyê de û aloziya li ser sînorê Israîlê sernavên cûda avêtin. Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Israîl dixwaze bersivê bide û şer wê »Eleqedar nake»"Weşand . Li gorî nûçeyê  "Fermanarên hikumeta Israîlê gefên xwe yên li dijî Îranê didomîne ku heger belavbûna xwe li ser xaka Sûriyê ranewestîne. Çavdêrên leşkerî texmîn dikin ku êrîşên di navbera Israîl û Îranê dibe ku êvara Çaşem- Pênşemê pêk were, lê ne destpêka şer e. alozî herdu aliyan eleqedar nake. Çavdêrê leşkerî Amus Harîel ji «Hartis» re  got ku ew dibîne ku «êrîşa Israîl« (avêtina 60 fuz ji balafirên şer) belavbûna Îran li Sûriyê vegerîne wekî cara yekemîn."

Êrîş li ser Şam û Colan  û dengvedana wê li Beyrût û Bexdayê

Rojnameya El-Ereb derbarê heman mijarê nûçeyek bi sernavê "Êrîşa di ser Şam  de û Colan û dengvedana li Beyrût û Bexdayê" weşand û got, " Êrîşên Îsraîlê yên li dijî bargehên leşkerî yên Îranê li Sûriyê xezetên li ser baskên Îranê li herêmê, bi taybet Lubnan û Iraqê zêde kir.

Rojnameyê her wiha domand, "Rexmê ku partiyên alîgirên Îranê li Iraqê amadekariyên hilbijartinan dike, beşdarbûna wê dê bi bandor be, lê tişta derdikeve holê ew e  ku ji şerê di navbera Tehran û Rêveberiya Serokê Amerîka Dunald Turmp dûr bikin. "

Hêzên Iraqê navên bernamzetên xwe ji bo kursiyar pêşniyar dike

Derbarê rewşa Iraqê, Rojnameya El-Heyat nûçeyeke bi sernavê Hêzên Iraqê navên bernamzetên xwe ji bo kursiyên serokakn pêşniyar dike" weşand. Di nûçeyê de wiha tê gotin "Roja yekemîn a dengdanê yên hilbjartinên Iraqê taybet Xebatkarên hêzên ewlekariyê û artêşê yên li hundir û derve li gel astengî û pirsgirêkan di aliyê hejmartinê de bi dawî bû. Hêzên Iraqê beriya hilbijartinan lîsteya navên bernamzetên xwe yên ji bo hikumet, parlaman û komarê pêşkêş kir."

Ebas gefên derbeya doplomasî li Til Ebîb û Washingotnê dixwe

Girêdayî Filistînê, rojnameya El-Heyat sernavê " Ebas soza derbeya doplomasî li dijî Til Ebîb û Washington dide" avêt. Di nûçeyê de ev tişt tê gotin "Rayedarên Filistînî ragihandin ku Mehmûd Ebas, li ser biryara veguherandina sefareta Amerîka ji bo Qudisa dagirkierî soza daye ku ewê derbeyeke doplomasî giran li Israîl û Amerîka bide. Yek ji rayedaran got ku serokê Filistînê daxwaz kir ku dosyayeke dozgerî li hemberî jeneralên artêşa Israîlê amade bike da ku radestî dadgeha Cînayat a navdewletî Lahay) bike."

Li Yemenê Îxwan doplomatên ji bo berjewendiyên derve dixebitin revandin

Derbarê rewşa Yemenê rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Îxwan ên li Yemenê doplomasiya  hikûmeta Hadî ji bo berjewendiyên derve dixebitîne " weşand û got, "Çavkaniyekî got ku daxuyaniyê Sefîrê Yemenê li Neteweyên Yekbûyî Xalid Hisên El-Yemanî yên derbarê pêşketinên dawî li Girava Suqetra eşkere dike ku aliyeke di hundirê hikumeta Yemenê berjewendiyên ku mijara Giravê û Yemenê bi giştî derbas dike, pêk tîne û hewl die rola dewleta Îmarat ya li dijî terorê têk dibe."

Di berdewama daxuyaiyê de hate gotin ku" Çavkaniyan destnîşan kirin ku ew daxuyanî diyar dike heta kijan astê Partiya Reform a Îxwan li saziyên hikûmeta serokê demkî Ebidrebu Mensûr Hadî serwer de, bi taybetî di aliyê doplomasî de."

Operasyona "Paqijiyê" ya Tirkiyê li dijî mûxalifan

Derbarê Tirkiyê de rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Bi dehan endanmên çekên hawayî yên Tirkiyê hatin biçav kirin" weşand û got," Polîsên Tirkiyê 65 kes ji endamê çeka hawayî, ku gumanên têkiliyên wan bi Fethellah Gulan heye, bi çav kirin. Her wiha fermana binçavkirina 93 karmendên dibistanên taybet ên ji aliyê desthilatdariyê ve hatibû girtin hatin bi çavkirin. Ev yek di çarçoveya operasyona ‘paqijiyê" ya ku Tirkiyê piştî derbeyê ragihandiyê pêk tê."