Mijarên sereke yên rojnameyên Erebî

Lihevkirinên rêjîma Sûriya û komên terorîst ku bi sponseriya Rûsya pêk tê didome, Îran hewl dide herêmeke nû li Şamê ava bike, parçebûna aliyên kurdî li herêma Kurdistanê îhtîmala kêmkirina kursiyên wan di parlamentoyê de derdixe pêş.

Mijarên sereke yên rojnameyên Erebî
1 gulan, 2018   09:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnemaneyên Erebî, bal kişandin ser guhertina demografî ku li Sûriyê pêk tê, hilbijartinên Iraqê, lidarxistina encumena Niştimanî ya Filistînê û hewldanên Îxwan ku Teez a Yemenê bigire şkest, her wiha nuklera Îranê.

Di êrîşa li ser bargehpên rêjîma Sûriyê du îranî hatin kuştin

Rojnameyên Erebî bal kişandin li ser êrîşên li dijî bargehên leşkerî yên rêjîma Sûriyê li gundewarên Heleb û Hemayê, Di  vê derbarê de rojnameya El-Heyat nûçeyeke bi sernavê "Êrîşên bi fuzan bargehên Sûrî hedef kir, agahî hene Îranî hatin kuştin û Israîl hata tuhmetbarkirin" her wiha Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyeke bi sernavê " Di êrîşên li ser bargehên Sûriyê de 26 leşker hatin kuştin piraniya wan Îranî ne" weşandin.

Derbarê heman mijarê, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Êrîşên bi fuzan Tehran  û rêjîma Sûriya tevlihev dike…û parlamenterek diyar dike ku kuştiyên Îranê hene û Israîl soz dide" weşand. Li gorî nûçeyê "Li gel ku êrîşên bi fûzan ku li dijî bargehên leşkerî yên li parêzgehên Hema û Hema û Helebê pêk hat û Îran tevlihev kiriye, rêjîma Sûriyê yak u tevlihev bûye romaneke derxist; Rojnameya «Tişrîn» diyar kir ku êrîşên bi fuzan ji bargehên Amerîkî û Birîtanî yên li bakurê Urdunê derketin..Şîrokarekî siyasî nêzî rêjîma Sûriyê Selah Qîrata li ser hesabê xwe yê tevna civîak got ku di encamê êrîşên bi fuzan li ser Hemayê de 37 kuştiyên rêjîma Sûriyê û hêzên Îranê çêbûn û bi dehan jî birîndar çêbûn."

Derbarê guhertina demografî ku welatên navê "Grantor" pêk tînin, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Îran li beramberî «El-Nusra» li Yermûkê niştecihên Fûa û Kefreya koçber dike", El-Heyat jî sernavê "Metirsî li ser guhertina demografiya Şamê hene û peyamên derxistinê û «Projeyên Tehranê» wê xûrt dike" weşand. Di nivîsê de wiha tê gotin, "Li gel berdewama peymanên derxistina ji derdora Şamê de û bi nêzîkbûna ku rêjîma Sûriyê paytextê û derdora wê bigire, Mûxalifan hişyariya peymana dawî ya derxistina Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nûsra ya berê) ji wargeha Yermûk kir. Derxistina Heyet Tehrîr El-Şam di çarçoveya projeyeke Îranî mezin ku Şam bigire û guhertineke demografîk çêbike de çêdibe. Niyeta Îranê heye ku «herêmeke nû li başûr» ji Dareya li aliyê rojava û heta Seyida Zeyneb li rojhilat ava bike ku niştecihên wê yê resen kêmnetew be, piştî ku bi sedhezaran koçî welatên derdorê bûne."

Rêjîm hewl dide herêmên dorpêçkirî bigire

Rojnameya El-Ereb behsa rewşa meydanî li Sûriyê, nûçeyek bi sernavê "Rêjîma Sûriyê lêzê dide ku rûpela dosyaya herêmên dorpêçkirî veke" weşand. Di nûçeyê de hate gotin ku "Artêşa Sûriyê yak u destekê ji milîsên Îranê digire, roja duşemê dest bi operasyona leşkerî li bajarê El-Risten û gundên derdora wê yên di navbera Humis û Hema ku di bin serweriya mûxalifan de ye kir. Çavdêr dibînin ku rêjîm dixwaze dosyaya herêmên dorpêçkirî bi dawî bibe, heger li gundewarê Şamê be anî jî Humis be û giraniya xwe bide merheleya pêş ku xetertir e, ji ber ku Vîto ji aliyê gelek aliyên navdewletî û herêmî li ser hene."

Parçebûna Kurdî rola wan di parlamentoya Iraqê dixe xeteriyê

Derbarê hilbijartinên Iraqê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset manşêtek bi navê "Rola kurdan di parlamentoyê de ji ber parçebûna wan di xeteriyê de ye" avêt û got ku hilbijartinên Îraqê ji bo herêma Kurdistanê ne normal e, ji ber alozî û parçebûna siyasî dibe ku Kurd bi dehan kursiyan winda bikin, bi vê yekê xebatên ji bo doza xwe sînordar dimîne."

Koalîsyona Navdewletî îşaret bi dawîbûna şerê li dijî DAIŞ‘ê dike

Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Koalîsyon îşaretên dawîbûna şerên mezin ên li dijî DAIŞ‘ê dide" weşand û got ku Koalîsyona Navdewletî roja duşemê îşretên bidawîbûna şerê Ii dijî rêxistina «Dewleta Islamî» (DAIŞ) li Iraqê da û ragihand ku navenda fermandariya hêzên bejahî hate girtin"

Di berdewama nûçeyê de wiha tê gotin "Koalîsyon di daxuyaniyekê de got ku destekdayîna koalîsyonê ji bo hêzên ewlekariya Îraqê wê pêş bikeve û da zanîn ku «Navenda Fermandariya Bejahî ya hêzên hevbeş îro hat girtin, ev yek îşaret dide ku şerê mezin li dijî rêxistina DAIŞ li Iraqê bi dawî dibe.» "

Ewrên şerê di navbera Îran û Israîl kom dibe û Rûsya hewl dude safî bike

Têkildarî Îranê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi navê "Ewrê şerê di navbera Îran û Israîl kom dibe" weşand. Di nûçeyê de wiha tê gotin "Pişt 24 saet ji êrîşên fuzan ku li dijî bargehên Îran ên li Heleb û Hemayê pêk hatin, hate gotin ku Israîl li pişta wê ye, Serokwezîrê Israîl Benjamin Netanyahu ragihand ku welatê wê kopyayek ji arşîva nuklera Îranê girt. Çavkaniyên doplomasî dibînin ku ewrên şer di navbera Îran û Israîl kom dibe û Rûsya jî hewl dide ku rewşa safî bike ku şer çênebe."

Macron dixwaze derbarê nuklera Îranê piştî 2025 danûstandinên pêk bîne

Rojnameya El-Ereb, nûçeyek bi sernavê "Macron hewl dide derbarê nuklera Îran ji bo piştî 2025 danûstandinan pêk bîne"weşand. Di nûçeyê de wiha hat gotin, "Serokê Fransaê Emmuel Macron himpîşeyê xwe yê Rûsya Vlademir Putin agahdar kir ku daxwaza wî heye ku derbarê bernameya nuklera Îranê piştî 2025 dan danûstandinên navdewletî pêk werin."

Peymana agirbestê ya Teezê wê ji kemçeyê El- Îxwan xelas dike

Têkildarî geşedanên li Yemenê Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Peymana agirbestê ya li Teezê wê ji çelemçeyê koma El-Îxwan xelas dike" weşand. Rojnameyê diyar kir ku "Komîteya ji aliyê Serokê parêzgeha Teezê  Emîn Ehmed Mehmûd ve hatiye avakirin radestêkirina saziyên hikûmetê ji Ketîbeya Ebû Ebas a girêdayî Lîawa 35 bi dawî kir. ev yek jî li gorî peymana berê ku hemû saziyên hikûmetê radestî desthilatdariya herêmî were kirin, pêk tê."

Di berdewama nûçeyê de tê gotin, "Çavkaniyên herêmî rihetiya xwe bi peyamê anî ziman û got ku rê li ber partiya reform a girêdayî koma El-Îxwan El-Muslimîn li Yemenê digire, ku partiya bi desteka Qeterê ji nişkê ve rewş tevlihev kir da ku Teez a stratîjî bigire."

Derbarê rewşa Filistînê, rojnameyan bal kişandin ser civîna Encumena Niştimanî, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Filistînî li benda biryarên çarenûsî ne yê di civîna yekem a parlamane xwe ne" weşand. Di nûçeyê de wiha tê gotin, "Serokê Filistînê Mehmûd Ebas şerva duşemê axaftina destpêkê ya civîna 23‘yemîn a Encumena Niştimanî ya li Ramela kir û got ku hemû hewldanên lidarxistina civîna Meclîsa Niştimanî ya Filistînê li Xeza û derveyî Filistînê binketin û got heger ev meclîs pêk neyê dê xwena Filistîniyan di xeteriyê de baya."