Dayîka destpêkê ku li Helebê kamera bikar anî

Dayîka Meryem Bîlal di wextê ku li Rojava û Sûriyeyê rojnamevanî qedexe bû wê rastiya kiryarên rejîma Baas a Sûriyeyê belge dikir.

Dayîka destpêkê ku li Helebê kamera bikar anî
22 nîsan, 2018   09:26

MIHEMED EBDO-EHMED REŞÎD

HELEB

Çîroka dayîka Meryem Bîlal sala 2003`an dest pê dike. Ew sal jî yek ji salên ku herî zêde rejîma Baas a Sûriyeyê zor û zilm li ser gelê Kurd daye meşandin. Pênc zarokên wê (3 keç û 2 kur) hene û yek ji kurê wê Xemgîn Zîlan di berxwedaniya Şêxmeqsûd de şehîd bû.

Dayîka Meryem (55) pir dixwaze ku kamera bikarbîne û hevjînê wê yê ku li Yunanê dixebite dema vedigere malê ji wê re kamereyeke yadîgarî tîne. Êdî ew bi endamên Tevgera Azadiya Gelê Kurd re dixebite. Kiryarên rejîma Baas a Sûriyeyê li ser gelê Kurd belge dike û ji televizyona ROJ TV re rêdike.

Buyerên dîrokî belge dike

Çirûskên Serhildana Qamişlo dighîjin taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Gelê Kurd ê li taxa Şêxmeqsûd Helebê dijîn ji bo piştgiriya Serhildana Qamişlo li hemberî rejîma Baas a Sûriyeyê radibin serhildanê û destbi çalakiyan dikin. Dayîka Meryem jî bê xof û tirs û bi wêrekî dîmenên van serhildanan dikşîne.

Têkildarî wan rojan dayîka Meryem wiha got:“ Diviyabû cîhan dengê me bihîstibane. Ji min dihat xwestin ku ez dengê gelê Kurd ku li hemberî rejîma Baas a Sûriyeyê rabûne serhildanê bighînim giştî cîhanê û min erka xwe pêk anî.

Dayîka Meryem ji bo neyê girtin şal tavêje ser serê xwe û kamera xwe jî di bin şalekî de vedişêre. Her wiha ji malên welatparêz ku wê dinasin dikşîne û xwe ji leşkerên rejîma Baas a Sûriyeyê diparêze.

Dayîka Meryem xwe digihîne mamoste Osman

Rejîma Baas a Sûriyeyê sala 2008`an Mamoste Osman Dedelî bi awayekî hovane işkence dikin û veşartî radikin nexweşxaneya taxa El-Eşrefiyê ya Helebê. Bi dehan leşkerên rejîmê li ber nexweşxanê nobedariyê dikin. Dayîka Meryem filtekî li ber xwe dike û kamereya xwe di bin de vedişêre û wiha got: “ Ez bi hinceta nexweşiyê çûm nexweşxanê. Ez çawa gihîştim nexweşxanê min berê xwe da odeya mamoste Osman Dadelî lê dimîne. Min şopên îşkenceya rejîmê li mamoste Osman kirî, kişand û ji televizyona ROJ TV re rêkir.

Rejîm destdatîne ser kamereya wê

Dayîka Meryem ji sala 2003-2011`an hemû buyerên ku li taxa Şêxmeqsûd û Helebê diqewimin bi kamereya xwe dikşîne. Sala 2011`an hêzên rejîma Baas a Sûriyeyê bi ser mala wê de digrin, dest datînin ser kamera û leptopa wê. Êdî dayîka Meryem neçar dimîne ku dev ji karê xwe berde. Piştre jî karê xwe di aliyê rêxistinî de berdewam dike û yek ji jinên Şêxmeqsûd ên herî çalake ku tevlî şoreşa Rojava bûye.

Min moral ji karê xwe digrit

Dayîka Meryem di dawiya gotinên xwe de got:“ Dema ku min têkoşîna gel belge dikir û bi raya giştî re parvedikir, min moralekî mezin digirt. Divê hemû rojnamevan bi erkê xwe yê li beramberî gelê xwe rabin û rastiyê ji her kesî re raghînin”.

(np)

ANHA