Li Siweydayê xwepêşandan dewam dikin
Şêniyên bajarê Siweydayê li Qada Kerama xwepêşandan li dar xist û ji bo Ceremanî sersaxî xwest.
![Li Siweydayê xwepêşandan dewam dikin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_669a64598341d.jpg)
Bi sedan şêniyên bajarê Siweydayê li Qada Kerama ya bajêr xwepêşandan li dar xist û sersaxî da malbat û hevalên fermandarê Lîwa El Cebel Merhec El Ceremanî ku 17`ê Tîrmehê li mala xwe hatibû kuştin.
Li gorî şahidan piştî çalakî bi dawî bû, kesên nenas bombeyeke deng avêtiye qada Kerama.
Li Siweydayê rojane xwepêşandan li dar dikevin. Xwepêşandêr banga azadiyê "hilweşandina rejîmê, serbestberdana girtiyan û pêkanîna biryarên NY`yê” dikin.
(şx)