ˋKomploya 15ˊê Sibatê bi şêweyên cuda didomeˊ

Şêniyên Tirbespiyê destnîşan kir ku êrişên li ser gelê Kurd ê Rojava berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan in. Armanc jî destkeftiyên siyasî û civakî yên gelê Kurd lawaz bikin, doza wan bi dawî bikin û projeya aştiyê ya demokratîk li herêmê têk bibin.

ˋKomploya 15ˊê Sibatê bi şêweyên cuda didomeˊ
12 sibat, 2026   07:40
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Bi armanca tunekirina doza Kurd Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî di 15ˊê Sibata 1999ˊan de hat girtin. Şêniyên Tirbespiyê dibêjin ku ev komplo heta roja îro bi awayên cûrbecûr, bi rêya siyasetên dijminane yên li dijî gelê Kurd li herêmê, dewam dike.

Di vê çarçoveya berdewama komployê de hikumeta demkî di dawiya Çileya çûyî de êrişî Rojava kir. Armanc ji êrişan şikandina vîna Kurdan û derbekirina projeya demokratîk e.

Şêniyên Tirbespiyê anî ziman ku ev êriş beşek ji komployeke navnetewî ye û hewldanek e ji bo qelskirina destkeftiyên siyasî û civakî yên ku gelê Kurd bi dest xistine.

Welatiyê bi navê Silêman Silêman, ji salên 1980'î fikrên Rêber Abdullah Ocalan nas kirine, di 1994'an de pê re rûniştiye, got ku komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd ê Rojava berdewama komploya navneteweyî ye ku kesayetiya Rêber Abdullah Ocalan armanc girtiye da ku pirsgirêka Kurd li herêmê bi dawî bibe.

Silêman diyar kir: "Min 2 kurên xwe di rêya têkoşînê de wek şehîd feda kirine, em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe û mafên gelê Kurd li Kurdistanê werin misogerkirin."

Welatiya bi navê Asya Cuma diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan komploya navneteweyî têk bir, îro gelê Kurd bi yekitiya xwe, derketina meydanan û têkoşîna xwe ya mezin karî komploya ku Rojava armanc girtibû bişikîne, ev yek Rêber Abdullah Ocalan her tim bi name û ramanên xwe pêşkêş dikirin.

Asya ragihand ku têkoşîna jinan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike, divê dewleta Tirk bizanibe ku aştiya demokratîk çareseriya herî baş e ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.

Di dawiyê de welatiya bi navê Nafiya Mexmûr destnîşan kir ku komploya navneteweyî ne tenê kesayetiya Rêber Abdullah Ocalan hedef girtiye, lê belê komployek navneteweyî li dijî gelê Kurd û xwestekên wan ên azadiyê bû. Nafiya got: "Wê têkoşîna me heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger dibe, bidome."

(ac/fr)

ANHA