Sersaxî ji malbatên şehîd Rojava û şehîd Kendal re hat xwestin

Xelkê Qamişlo li taxa Enteriyê ya bajêr malbata şervanên QSDˋê şehîd Rojava û şehîd Kendal Efrîn sersaxî da.

15 ÇILE, 2025   18:49
QAMIŞLO

Ji bo şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Rojava (Ehmed Silêman) ku di 10’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, şehîd Kendal Efrîn ( Semîr Ereb) ê ku 7ˈê Çileyê (2025) ji ber nexweşiyekê şehîd bûbû, li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo konê sersaxiyê hat danîn.

Bi sedan kes û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kongra Îslama Demokratîk, Kongra Star, Sazî û dezgehên cavaka sivîl, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdarî konê sersaxiyê bûn û sersaxî dan malbatên her du şehîdan.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen di bin konê sersaxiyê de axivî.

Hesen piştî ku ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest wiha got: "Em îro bi rihê şerê gel ê şoreşger tev digerin. Em bi hêzên xwe yên YPJ, YPG û QSDˋê bawer in."

Hesen wiha domand: "Gelê me ji mirinê natirse. Dayîkên me îro ji bo parastina bendavê û dijberiya xwe li hember êrişên dagirkeriyê nîşan bidin, li Bendava Tişrînê di nobedariyê de ne. Dayikekê tevî ku di êrişa dagirkeran dijî karwana welatiyan de birîndar bûbû got ˋEm ji mirinê natirsînˊ. Dayikên me ji bo parastina destkeftiyan dikarin ji mirinê natirsin û li pişta zarokên xwe yên di çeperan de ne."

Hesen diyar kir Ku tu hêz nikarin wan tune bikin û wiha pê de çû: "Tiştê niha tê xwestin ku em şop, fikir û ramanên van şervanan berdewam bikin. Ew şervan ji bo vî gelî û vî welatî canê xwe feda dikin. Em sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî piştî ku sersaxî da malbatên şehîdan destnîşan kir ku ew xwedî wê hêzê ne ku heya dawî li ber xwe bidin û tola şehîdan hilînin.

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(re/fr)

ANHA