Hovîtiya dewleta Tirk li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro 2 caran karwana welatiyên ku berê xwe da Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tev li çalakiya nobedê bibin, hedef girt.

15 ÇILE, 2025   19:24

Li gorî agahiyên destpêkê, dema ku karwana wesayîtan ji kantona Firatê derketibû rê rastî êrişê hatibû, di wê êrişê de welatiyek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn. Li Bendava Tişrînê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî nobedaran kir, di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn. Bi giştî di êrişên îro li dijî karwana gel û nobedarên li bendavê de 4 welatî şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn. 

Li gorî dîmenan, li ser rêya Bendava Tişrînê û bendavê bi xwe, bi awayekî rastesrast êrişî welatiyên ku di nav wan de tîmên tenduristî û ragihandinê jî hene, hat kirin.

Ji 8ˋê Kanûnê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hem bi bejahî hem bi hewayî Bendava Tişrînê hedef digirin. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan armanc dike ku bendavê dagir bike û xelkê herêmê bê av û kehrebe bihêle. Lê QSDˋê bersivên giran dide wan êrişan û destanên leheniyê dinivîsîne.

(fr)

 ANHA