Di êrişa Tişrînê de 3 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar in.

Di êrişa Tişrînê de 3 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn
Di êrişa Tişrînê de 3 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn
Di êrişa Tişrînê de 3 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn
Di êrişa Tişrînê de 3 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn
Di êrişa Tişrînê de 3 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn
Di êrişa Tişrînê de 3 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn
Di êrişa Tişrînê de 3 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn
Di êrişa Tişrînê de 3 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn
15 ÇILE, 2025   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dijî nobedarên li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyek pêk anî. 

Li gorî agahiyên destpêkê ku nûçegihanên me dane, di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî nobedarên li ser Bendava Tişrînê de 3 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn. Rewşa 2 birîndaran giran e.

Dema ku karwana wesayîtan ji kantona Firatê derketibû rê jî dîsa rastî êrişê hatibû, di wê êrişî de welatiyek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn.

Ji roja 8ˋê Çileyê ve ku karwanên welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo parastina bendavê û nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer, berê dane Bendava Tişrînê, ev cara 5ˋan e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî welatiyan dikin.

(fr)